Xizmên Windayan pirsa aqûbeta Atalay a hate qetilkirin pirsîn

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, vê hefteyê jî bal kişand ser qetilkirina Hatîce Atalay a piştî ji aliyê dewleta Tirk ve li ber çavê hevjînê wê hate qetilkirin pirsî, diyar kir ku lêpirsînek serbixwe nehate kirin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 640'an de çalakiya xwe berdewam kirin. ÎHD û Xizmên windayan li ser medyaya dijîtal di hefteya 640’an de kom bûn û daxuyanî dan.

ÎHD'ê û Xizmên windayan vê hefteyê cih dan çîroka Hatîce Atalay û aqûbeta wê pîrsîn. Di 10'ê îlona 1996'an de li Navçeya Pîranê Tîmên Tevgera Taybet a Midûriyeta Polîsan a Pîranê gule reşandibûn. Di bûyerê de Hatîce Atalay jiyana xwe ji dest dabû. Rêveberê ÎHD'ê ya Amedê Mustafa Altintop anî ziman ku di 10'ê Îlonê de Hatiye Atalay û cîranên wê li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pîranê dema baxçe av didan, Tîmên Tevgera Taybet li ser wan gule barandin û wiha got: "Tîmên Taybet ji ser Girê Ziyaretê gule li baxçe reşandin. Hatîye Atalay dema baxçe av dida di êrîşê de birîndar bû. Dema hevjînê Atalay, kir qêrîn û berê xwe da Girê Ziyaretê. Vê carê Tîmên Taybet dîsa gule li ser wan reşandin. Ji ber ku polîsan destûr neda Hatîce Atalay rakin nexweşxaneyê û dan sekinandin, Hatîce Atalay zêde xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da."

Mustafa Altintop, anî ziman ku Serdozgerê Komarê û doktor piştre çûn cihê bûyerê û wiha axivî: "Piştî otopsiya cenazeyê Hatîce Atalay, teslîmî malbatê kirin. Bêyî ku serdozgerê komarê bûyerê lêpirsîn bike û berpirsan ronî bike, ser dosyayê girt. Ji wê demê heta niha rayedarên darazê lêpirsînek çalak û serbixwe nedan meşandin û faîl nehatin ronîkirin û nehatin darizandin."