Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Xidir: Gerîla xeyala rizgarkirinê Şengalê pêk anî

Endama TAJÊ Kinê Xidir jî diyar kir ku berxwedana Şengalê bi saya gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk hat û got, "Di fermanê de tenê gerîla li cem me bûn, wan jî xeyala me ya rizgarkirina Şengalê pêk anî."

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir, bi wesîleya salvegera 7’emîn a  rizgarkirina Şengalê ji ANF'ê re axivî. Kinê Xidir destnîşan kir ku Şengal a di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate dagirkirin, bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ruhê azadiyê yê Gerîlayê Azadiya Kurdistanê hate rizgarkirin.

Kinê Xidir bi gotina “Salvegera rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, li gerîla û  li civaka Êzidî pîroz be” li ser qirkirina çeteyên DAIŞ’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê û Êzidiyan de got  “Mezinên me berê her dem diyar dikirin wê bela û fermaneke mezin were serê Êzidiyan. Ew texmîn di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat. Zarokên biçûk jiyana xwe ji dest dan û dayik neçar man wan li orta çolê veşêrin.”

TENÊ GERÎLA BI ME RE BÛN

Kinê Xidir her wiha bal kişand ser xiyaneta PDK’ê ya di wê pêvajoyê de û got, “3 ciwanên me yên ku li gundê Zorava daxwaza çekan dikirin, di dema vekişîna hêzên PDK’ê ya ji Şengalê de ji aliyê endamên PDK’ê ve hatin qetilkirin. PDK'ê ev îxanet ne tenê li Êzidiyan, li hemû Kurdan jî kiriye."

Endama TAJÊ Kinê Xidir jî diyar kir ku berxwedan û têkoşîna 11 mehên Şengalê bi saya gerîlayên azadiyê pêk hat û got, "Di fermanê de tenê gerîla li gel me bûn, hatin ji bo me şer bikin, lê nan û ava xwe jî bi me re par ve dikirin.”

Kinê Xidir qala bîranîna xwe ya bi gerîlayên gihiştin Şengalê re kir û got “Di destpêkê de min du gerîlayên jin dîtin. Navê yekê Bihar, ya din Netewî bû. Dema min ew dîtin, min jê pirsî, 'Hûn girêdayî PDK'ê ne?' Gotin 'Na, em gerîla ne, em hatine we rizgar bikin'. Hevala jin a bi navê Netewî pêşniyaza 'Eger hûn dixwazin derbasî Rojava bibin an jî li vir li cem me bimînin, em Şengalê azad bikin' li me kir. Dema ku wisa got, mîna ku em ji nû ve ji dayik bûne em kêfxweş bûn û em bi wan re man û beşdarî berxwedanê bûn.”

EM Ê ÎXANET Û BERXWEDANÊ TU CARÎ JI BÎR NEKIN

Kinê Xidir destnîşan kir ku ji bilî HPG, YJA Star, YPG, YPJ û YBŞ'ê ti hêzeke din di azadkirina Şengalê de nebûye û wiha dewam kir: "Rizgarkirina Şengalê xeyala me ya herî mezin bû û ji ber vê yekê me ew roj pîroz kir, ev serkeftin piçekî birînên me pak kir.”

Kinê Xidir banga yekitiyê li civaka Êzidî kir û got: “Em civaka Êzidî û jinên Êzidî em ê ferman, xiyanet û berxwedanê tu carî ji bîr nekin. Bi taybetî em ê ked û têkoşîna gerîla her tim bi bîr bînin. Divê hemû Êzîdî tiştên qewimî ji bîr nekin da ku careke din fermanek wiha neyê serê wan. Di dawiyê de bi rêya we, silavên xwe ji Rêber Apo, ji hevalên li girtîgehê û ji hemû gerîlayan re dişînim.”