Xezeba Firatê: 2 gundên din hatin rizgarkirin

Şervanên baskê sêyemîn ê Pêngava Xezeba Firatê, di encama şerekî dijwar de gundên Sebahul Xêr û El Ferar ên li ser rêya Mekmen û Reqayê rizgar kirin.

Li eniya rojhilat a Reqayê, ku weke baskê sêyemîn ê Pêngava Xezeba Firatê tê binavkirin, gundên Sabahul Xêr û El Ferar ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li vê eniyê bi 20 kîlometreyan bi pêş ve çûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, şerê dijwar ê li vê herêmê duh danê êvarê dest pê kir û heta ber destê sibehê saet 06:00 qediya. Di encama vî şerî de her du gund ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatin kontrolkirin.

Gundê Sabahul Xêr ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke xeta parastinê dihat bikaranîn.