Xezeba Firatê: 2 bajarok hatin rizgarkirin, 49 çete hatin kuştin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bajarokên Hezîme û Mezreya Tişrîn rizgar kirin. Di şerê wê herêmê de yek jê emîr 49 çete hatin kuştin.

 
Operasyona ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ku li bakurê Reqqayê bi armanca rizgarkirina geliyê Celab û gundên bakurê Reqqa dane destpêkirin bi lezê didome. Li herêmê duh di tevahiya rojê de û şeva derbas bûyî heta vê sibê  di navbera şervanên QSD û çeteyan de şerên giran li bajarokên Mezra Hikumiye, Mezra Tişrin û Hezîme qewimîn. Balafirên Koalîsyona Navdewletî jî piştgiriya ezmanî da şervanan.Di encama şer de yek jê emîr bi giştî 49 çete hatin kuştin. Termê piraniya çeteyan ket destê şervanan. Şervanan di şer de derdora Mezra Hikumiyê bi temamî paqij kirin. Her wiha bajaroka Hezimê û bajaroka Mezra Tişrîn ên li bakurê Reqqa ji komên çete yên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Şervanan li herdû gundan xebatên paqijkirin û lêgerînê dan destpêkirin. Bi rizgarkirina van bajarokan bakurê Geliya Celab bi temami ji çeteyan hatiye zirgarkirin. Di pêngava 4’emîn a hemleya Xezeba Firatê de ku ev 11 roj in bê navber ji bo rizgakririna bakurê Reqqayê hatiye destpêkirin, heta niha gundên Mişerfa bakur û başur, Hetaşe, Rihaniyat, Kebiş a başur û rojhilat, Royan, Um Tenek, Mezra Hikumiyê , Bîr Cerbo, Cerwa û 4 mezre, her wiha wiha bajarokên Tişrîn û Hezîme jî hatine rizgarkirin.