BI DÎMEN

Xerîb: Em ê dawiyê li dîktatoriya AKP’ê bînin

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Xerîb li Newroza Qendîlê gazî gelê Kurd kir. Xerîp got, "Gelê Kurd çawa di sala 1991’ê de dawî li zilma Seddam anî, li Tirkiyeyê wê wisa dawiyê li dîktatoriya Erdogan û AKP’ê bîne."

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Xerîb di Newroza 2017’an a li Çiyayê Qendîlê diyar kir ku, Pêşmergeyên Dêrîn û gerîla bi hev re Newroz pêşwazî kirine û wê têkoşîna kurdan a li hemberî faşîzm û nokeriyê bi serfiraziyê were tacîdar kirin.

Xerîb ev tişt jî got:

"Şîara me ya îsal ‘Em ê teqez bi ser bikevin’ e. Baweriya me jî vî tiştî heye. Gelê Başûr, çawa ku bi Raperîna sala 1991’ê dawî li zilma Seddam anî, li Tirkiyeyê li hemberî Erdogan û AKP’ê jî em ê bi vî awayî dawiyê li wan bînin. Têkoşîna gelê me ya li her çar parçeyan gelekî zelal û eşkere ye. Kesên ku nirxên gelan tune dihesibînin, pergala pêkutiyê li ser gelan ferz dikin, divê bizanibin ku wê zilma wan ne heta hetayê ye.

Vê axê gelek zilm û dîktator dît. Hemû jî yeko yeko winda bûn, tiştên mayînde bû gel û nirxên wan. Faşîzma dewleta tirk, wekî Qirkirina Ermeniyan a sedsala 20’an, hewl dide di sedsala 21’an de Kurdan jî qir bike. Destûr ji vî tiştî re tune ye. Îroj li vê derê pêşmergeyên Dêrîn û gerîlla li ba hev in. Li hemû qadan bi hezaran mirov li hemberî faşîzm û nokeriyê li ber xwe didin. Ev têkoşîn serfiraziya di demeke nêz de ya gel û gelên me nîşan dide."