Xerîb: Divê gelê Kurd ji şer re amade be!

Xerîb: Li dijî êrîşên dagirkeriyê divê ne tenê gelê Qendîl, divê gelê me yên li her çar parçeyên Kurdistanê xwe ji rewşa şer re amade bike, li dijî êrîşên dagirkeriyê xwe biparêze.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got: “Divê hemû gelê me li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk xwe biparêz.”

Ji bo malbatên şehîdên li Dola Balayan ê gundê Mewana ê di şeva Newrozê de ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin civînek li Binarê Qendîl hate lidarxistin. Di civînê de Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û li ser navê KJK’ê jî Rewşen Mêrdîn, Hevşaredarê Binarê Qendîl û rêveberên Tevgera Azadî cih girtin. Li ser navê malbatên şehîdan Armanc Wertî tevlî civînê bû. Di civînê de Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê diyar Xerîb axivî.

Xerîb, xwedîderketina li nirxên şehîdan wek erkekî nîştîmanî pênase kir û ev nirxandin kir:

‘EM Ê HETA DAWÎ LAYÎQÎ ŞEHÎDÊN AZADIYÊ BIN’

“Bê gûman xwedîderketina li nirxên şehîdan erkekî nîştîmanî ye. Em jî wek tevgera azadî, em her tim vê tînin ziman ku tevgera me tevgerekî şehîdan e. Ji ber ku em dixwazin li ser rêya şehîdan bimeşin. Şehîd ew kesayetin ku bê dudilî jiyana xwe ji bo azadiya welat didin. Rêber Apo jî destpêkê heta niha bi avakirina partiyê ve dibêje tevgera me tevgerekî şehîdan e. Em wek tevgera şehîdan, em ê heta dawî li ser rêya şehîdan bin.Di heman demê de pêwîste hemû kadro, mîlîtan û gelê meyê welatparêz li gorî vê pîvanê jiyan bikin. Em wek tevgera azadiyê jî, em ê hewl bidin layêqê van şehîdan bin. Dema ku em behsa şehîdan dikin ew şehîdên ku tenê di nav PKK’ê de şehîd ketine na , ê ku dilsoz be ji bo welat û axa Kurdistanê şehîd ketibin em şehîd dizanin û xwe jî malê wan şehîdan dibînin.”

‘TOLA WAN LI ERDÊ NAMÎNE’

Xerîb, bal kişand li ser kesayeta çar şehîdên Dola Balayan û wiha got: “ Ew çar welatiyên sivîl ê ku ji hêla dewleta Tirk a degirker ve hatin şehîd xistin, hatibûn Newroza xwe kela berxwedanê Qendîlê pîroz bikin. Bêguman hestekî pîroz e. Ev nîşaneya wê tiştê ye ku ev kes, mirovên welatparêz in. Dikaribûn cejana xwe cihê ku lê dijîn, an jî mala xwe pîroz bikirana, lê diyare bi Newroza Qendîlê re gel bi êrîşê dijmin neşkestiye. Wisa difikirim ku ew çar ciwan jî wekî gel li hemberê dijmin hestê tolstandinê kînê wan zêde bûye, helwestê wan ê nîştîman perwerî û xizmetkirinê wisa kir ku bên li vir Qendîlê Newroza xwe pîroz bikin. Ji ber vê jî roja ku ew çar ciwanên welatparêz şehîd ketin xwedîderketina wan em wek erka xwe dizanin. Em ê her tim wan bi rêzdarî, bi serbilindî bi bîrbînîn û bi wan serbilind bin. Em bi malbatê wan jî serbilind in û hêvî dikin malbat xizm û kesê wan jî her tim wan bi vê awayî bibîr bînin. Bila malbatê şehîdan vê yekê baş bizanibin ku wê xwîna wan ciwana wê erdê nemîne. Em ê bi rizgarikira axa Kurdistan ji dagirkeran xeyalê wan ciwanan pêk bînin.”

‘DEWLETA TIRK BI ZANABÛN SIVÎLAN DIXE Û ŞEHÎD DIKE’

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, êrîşên dewleta Tirk jî nirxand û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn li welatiyên sîvîl dixe, û şehîd dike. Em vek tevger û KCK’ e rewşa heyî dinirxînin, ev ne tenê mijarekî şehîd bûna çar kesane. Di be ku ev ji bo gaveke din destpêk be. Wek tê zanîn hêzên dagirker taybet jî dewleta Tirk a dagirker dixwaze axa Kurdistanê bi giştî dagirk bike. Di mînaka Efrîn û Biradost de mirov vê yekê baş dibîne. Di vê dagirkirinê de dewleta Tirk û Erdogan rolekî sereke dilîze. Niha ji bo vê jî dewleta Tirk êrîşê xwe zêdetir kirine. Armanca dewleta Tirk ew e ku dixwazin destkeftiyên Kurda yên heyî lewaz bikin . Ji ber ku dewleta Tirk jî baş dizane cîhan ber bi gûhertinekî nû ve diçe. Rêber Apo 20 sal beriya niha got wê gûhertinek mezin di cîhanê de pêk bê. Ji ber vê jî dewleta Tirk ji bo Kurd di vê gûhertina nû de nebin xwediyê maf bi her şêwazê êrîşê gelê Kurd dikin, lê wê sernekevin.”

‘DIVÊ GELÊ ME XWE JI ŞER RE AMADE BIKE’

Xerîb, di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand li ser yekîtiya Kurda û ev nirxandin kir: “Di demekî wiha de rexmê hemû nakokiyan jî dijminê me li hemberê Kurda dibin yek. Em wek gelê Kurd di demekî wiha de çima nebin yek? Ji bo vê jî divê em hemû hizbê siyasî yên Kurd yekîtiya xwe avabikin. Gelê me yek e, şehîdê me yek e. Lê divê em hemû hizbên siyasî ji bo van şehîdan re bibin bersiv, divê em yekîtiya xwe ava bikin. Her wiha li hemberê êrîşê dagirkera ne ten Qendîl divê gelê me yê her çar perçeyê Kurdistan xwe ji bo rewşa şer amade bikin û li hemberê dagirkeran xwe biparêzin.”

‘EM BI GERÎLA SERBILIND IN’

Piştê axaftina Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb Diyar Xerîb li ser navê malbatê şehîdên Dola Balayan Armanc Wertî axivî. Wertî êrîşê dewleta Tirk şermezarkir û wiha got: “Em wek malbatê şehîdan dewleta Tirk a faşîst wek dewletekî dagirker dizanin em ê her tim li hemberê hêzekî wisa dagirker têkoşîn bikin. Her helwestekî li dijî Tirkî hebe em li gel wê helwestê ne. Em serbilind in ku gêrîlla li Qendîlê ne. Ger ku gêrîlla neba niha axa Herêma Parastina Medyayê ji alê yê dijminê Kurdan ve hatibû dagirkirin. Ger ku em îro jiyanek azad li herêma Qendîl û derdora wî jiyan dikin ev di saya gêrîllayan ye. Her çiqas hêzên dagirker bixwazin Qendîl dagirbikin, bi êrîşan ve gel bitirsînin û koçberbikin, lê em ê tu carî axa xwe bernedin. Ji ber ku Qendîl cihê berxwedanê ye, Qendîl pişt û hêza bi giştî gelê Kurd e. Em ê hertim Qendîla berxwedêr bin û em ê nehêlin ku dijminê me bigihîjin armanca xwe.”

Piştê axaftinan wêneyên çar şehîdên Dola Balayan ê ku di encama bombardimana dewleta Tirk de şehîd ketibûn ji aliyê Rêvebera KJK’ê, hevserokên Şaredariya Binarê Qendîl û rêveberê Tevgera Azadiyê ve ji bo malbatê şehîdan hate diyarîkirin.