Xelkê Silêmaniyeyê neçarî ava qirêj tê hiştin!

Mîna Iraqê, Başûrê Kurdistanê jî yek ji herêmên li hember guherîna avhewayê herî bêparastin e. Fealiyeta mirovî vê rewşê girantir dike.

Radyoya RFI ya Fransayê nûçeyek weşand û balê dikişîne ser zêdebûna çolbûn û windabûna çavkaniyên avê yên li herêmê.

Bi taybetî jî Çemê Dîcleyê ku çavkaniya jiyana bi milyonan mirovan e, bi awayekî cidî hatiye qirêj kirin.

Li başûrê Kurdistanê 850 hezar kes hema hema rasterast bermahiyên herêma Silêmaniyê ya li Tanjaro ku şaxek çemê Dîcle ye vedixwin.

Jîngehparêzek ji RFI'yê re axivî, bal kişand ser qirêjiya ava hewzê û diyar kir ku di avê de bêhna terxê mirovan tê.

Jîngehparêz got, “Heta Derbendîxanê 24 hewzên mîna vê hene. Çopên pîşesaziyê û bermahiyên nexweşxaneyan jî hene. Fîlterkirin tune.”

Heman jîngehparêz got, “Hûn gulpek ji vê avê vexwin ger hûn nemirin, heta bi hetayê hûnê bi îshalê bikevin. Ger şansê we hebe hûnê jiyana xwe yê mayî di daşîrê de derbas bikin."

Jîngehparêz destnîşan kir ku qirêjahiya li vir di asta karesatê de ye û wiha domand, “Ev çemek bi kefên qehweyî ye. Şampo, hilberên kîmyewî, her tişt heye. Carnan bi bîhnek bîhnxweş re bêhna terxê mirovan jê tê.”

Jîngehparêzekî ji Başûrê Kurdistanê got, “Par li herêmê nexweşiya kolerayê hebû. Demek me qet şînkatî nexwariye. Ev dever qaşo erdekî çandiniyê ye ku Silêmanî, Kerkûk û heta Bexdayê jî xwedî dike.”

Her çend rayedar piştî hin nerazîbûnan gotin ku dê bikevin nava tevgerê lê projeyek ji bo paqijkirina avê tune ye.