Xelkê Rihayê qedexe û astengî nas nekirin

Li Rihayê tevî astengî, gef û destgîrkirinê jî Newroz bi coş û heybet hate pîrozkirin.

Li Rihayê Newroz li pêşiya Stadyûma 11’ê Nîsanê pêk hat. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyan bûn.

Polîs ji bo gel neçin qada Newrozê gelek rê li çûn û hatinê girtin û ewlekariyên mezin girtibûn. Pîrozbahiya ku wê saet 10:00’ê destpêbikira, ji ber astengiyên polîsan saetk direngtir destpêkir.

DESTDANÎN SER PANKARTÊN KURDÎ

Li qada Newrozê pankartên Kurdî ‘Newroz Pîroz Be’ jî di nav de dest danî ser gelek pankartên Kurdî û ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Li qadê pankartênb bi nivîsên Tirkî yên ‘Newroz aştî û azadî ye’ û pankata bi Kurdî, Tirkî û Kirmanckî ‘Bi teqez em ê bi ser bikevin’ hate rakirin.

Beşek ji kesên ketina qada Newrozê li ber lêpirsîna Lêgerîna Agaiyên Giştî (GBT) re hatin derbaskirin. Zarokekî 15 salî yê nasnameya wî neyî li gel xizmekî xwe hatibû rê neda ku bikeve qadê. Polîsan rê nedan rengên paçên kesk, sor û zer û çaqmeqan. Ciwanên ku nerazîbûnb li hemberî neketina zarokan a li qada Newrozê ya ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin.

DU HUNERMENDÊN HERÊMÎ HATIN DESTGÎRKIRIN

Hozan Serwan ê li bendê bu ku derbikeve ser dina Newrozê duh şev ji ber ku tevlî vekirina buroya hilbijartina HDP’ê bibû hatibû destgîrkirin. Îfadeya Serwan li emeniyetê didome û dîsa Hunermend Elîf Rojda ya ku wê derbiketiba ser dikê di dema lêgerîna GBT’ê de hate destgîrkirin.

Hunermendê din Xelîm Omer jî piştî guhertina cilên Kurdî wisa kete qadê.

Tevî hemû astengiyan qada Newrozê bi renga reng bû û tilîliyên jinan kêm nebûn.

Ji qadê dirûşmên ‘Bijî Berxwedana zindanan’ û ‘Bijî Kurdistan’ bilind bûn.

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan di pîrozbahiyê de axivî û got: “Hûn tiştên dikin dibînin. Armanca wan şikandina vîna gelê Kurd e. 10 kes jî bimînin li vî bajarî wê Newrozê pîroz bikin.” Ocalan bal kişand ser hilbijartina xwecihî û got: “Ev hilbijartineke, lê ne hertişt e, lê ji bo me gelek tiştan îfade dike. Roja hilbijartinê biçin dengê xwe bikar bînin.”

Parlemeterê Rihayê Nûrsettîn Maçîn anî ziman ku îtîfaqa Komarê di nava 3 salan de Tirkiye xistiye çiravê. Maçîn got: “Em ê wan li bin bixin. Tecrîd sûcekî mirovî ye. Divê tecrîd bi dawî bibe. Em ê 31’ê Adarê dawî li bêhiqûqiyê bînin. Em ê li sindoqan faşîzmê bifetisînin.”

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina gorendê ya li ber sitranên Hunermendê Kurd Xelim Omer bi dawî bû.