Xelkê Qendîlê: Ji ber bombebaranê mal û milkên me wêran bûne

Welatiyên Binarê Qendîlê ku rojane balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gund û zeviyên wan bombe dike destnîşan kirin ku ji ber topbarana balafirên şer jiyana li gund nemaye, nikarin ji ber êrîşan kar û debara jiyana xwe ya rojane jî bikin.

Di serdana xwe ya li gundên Binarê Qendîlê bi dizî û xwe veşartinê tevger dikin ji ber metirsiya bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker. Ji ber ku welatiyên herêmê ji bo me ragihandin ku divê agahî li xwe hebin ku eger balafirên şer ên Tirk bizanin ji bo şopandina herêmê ragihandinkar hatine wê wan raste rast bombe bikin. Li ser vê agahiyê pir bi baldar tevger dikin li herêmê. Di dema şopandina bûyerên li herêmê de dem bi dem em di rawestiyan, dem bi dem jî bi baldarî tevger dikirin. Dema me li herêmê digeriyan pir baldar tevger dikir ji bo selametiya xwe û dîsa welatiyên herêmê.

‘JI BER BOMBERDÛMANÊ EM NIKARIN DERKEVIN, KARÊ ROJANE JÎ BIKIN’

Di vê serdana ji bo herêma Binarê Qendîl de em rastî gelek welatiyan hatin û me ji wan rewşa herêmê pirsîn. Yek ji wan jî ciwanê bi navê Niyaz Resûl ê ji gundê Mewnanê ye. Resûl bal kişand ser tevgera zêde ya balafirên şer û dîsa SÎHA, ÎHA’yên Tirk a li herêmê nikarin bi rehetî li nava gund bigerin. Resûl got: “Bi hinceta hebûna PKK’ê me bombe dikin. Bombeyan raste rast li gund dibarîne.Armanca esasî ya Tirkiye tinekirina Kurdan e.”

Resûl daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên Ewropayê kir ku li hemberî êrîşên balafirên şer ên Tirk bibin xwedî helwest û çareseriyekê bibînin û wiha pêde çû: “Ji ber bomberdûmanê em nikarin karê xwe yên rojane bikin. Biçin bax û baxçeyên xwe çêbikin.”

Navçeya Balayan nêzî 5-6 sal in bi dijwarî dibe hedefa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker. Dema em li herêmê digeriyan xirbeyên avahiyên ku bûne hedefa balafirên şer ên Tirk li ber çavên me diyar dibûn, dîsa bax û baxçeyên herêmê ji ber bomberdûmanê şewitîbûn.

‘GOTIN; BÊJIN NE BI BALAFIRÊN ŞER, BI TEQÎNEKÊ JIYANA XWE JI DEST DANE’

Welatiyê Gundê Serkane Karzan Silêman diyar kir ku berê jiyana li gund aram bû, lê niha ji ber bombeyên balafirên şer ên Tirk jiyan hemû herimî ye. Rojan e em dibin hedefa balafirên şer ên Tirk.

Silêman bal kişand ser hedefkirina dewleta Tirk a sivîlan û got: “Sala 2018’an di dema Newrozê de balafirên eşr bombe li mala Mehmûd Mam Birahîm kir û 4 ciwanên sivîl şehîd kirin. Heta niha ti ziyaneke me ne ya canî û ne jî ya madî nehatiye pêşwazîkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê aniye ziman ku ji ber navendên PKK’ê li herêmê hene ji bo wê ziyanên madî û menewî pêşwazî nakin.Lê ev gotin hemû nerastin.”

Karzan diyar kir ku hinceta bomberdûmanê dikin PKK û wiha pêde çû: “Ti navend û baregehên PKK’ê li vir tine û got: “Em malbata qûrbaniyan serdana aliyên peywendîdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Aliyên peywendîdar ji bo me gotin ku bidin nîşandan ku ne bi balafirên şer ên Tirkiye hatine şehîdkirin, bêjin ku bi teqînekê şehîd bûne. Ev yek êşa me hê zêdetir kir.

‘BOMBE LI MAL, WESAYÎT, LAWIR Û SIVÎLAN DIBARÎNE’

Welatiyê gundê Bûkrîskan Hesen Resûl jî diyar kir ku ne şev û ne jî roj jiyan ji bo wan nemaye û got: “Ez li gundê Lêwjê bûm saet 00:00’ê şevê balafirên şer bombe li lawiran barandin û zêdetirî 34 lawir telef bûn. Her wiha li gelek gundan balafirên şer ên Tirk bombe li mal, wesayît, bax û baxçeyên welatiyên sivîl dibarîne.”