Xelkê Mûşê serdana şîna şehîd Rênas Raperîn kir

Li Mûşê ji bo şehîd Rênas Raperîn şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê hate kirin.

Gerîlayê Azadiya Kurdistanê Rênas Raperîn (Faîk Aydin) 10’ê Adarê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi Alî Xebat Botan (Erdînç Bolcal) û Cesûr Vedat Welat (Abdûlmûttalip Dogrûcû) re şehîd bûn. Li gundê Meşeîçî yê navçeya Kop ê Mûşê ji bo şehîd Rênas Raperîn şîn hate danîn.

Bi pêşengiya nûneriya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Winda kirine (MEBYA-DER) a Mûşê bi girseyî serdana şînê hate kirin. Rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevlî serdanê bûn.

Di şînê de bê navber dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.