Xelkê Mexmûrê qetlîama Konyayê şermezar kirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Qetlîama Konyayê şermezar kirin û hate gotin; “Eger îro hesap neyê pirsîn, wê li bajarên din jî heman qetlîam pêk werin.”

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Qetlîama Konyayê bi tundî hate şermezarkirin.

Destpêkê, di kesayeta şehîdên Qetlîama Konyayê de, ji bo tevahî şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê, Hecî Kaçan axivî.

Kaçan despêkê sersaxî ji malbat û xizmên ku di qetlîama Konyayê de hatine qetilkirin re xwest û got: “Qetilkirina wê malbata Kurd, qetilkirina tevahî gelê Kurd e. Bi hezaran malbat û welatparezên me bi vî şêwazî hatine qetilkirin. 12’ê Gulana îsal jî dîsan êrîşî wê malbata me kiribûn. Sedemê vê êrîşê jî Kurdbûna wan bû. Duh jî dîsa rû bi rû êrîşa nîjatperestî hatin û ji malbatê 7 kes bi awayek hovane hatin qetilkirin. Gelê Wargehê ji wan komkujiya ne biyanîne, bi encama wê polîtîkaya ku bi milyonan Kurd penaber bûne kes û karên me ji bi vî awayî hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk nikare li hemberî gerîla şer bike, tola xwe bi vî awayî radike û dixwaze êş li gel bide kişandin. Em xelkê wargehê vê qetlîamê şermezar dikin, em soz didin ku li hember nîjarperest û îtîfaqên qirêj ti caran serî natewînin, em ê ber xwe bidin heta ku tola wan hildigirîn.

Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku îro li hember vê komkujiyê rabin li ser lingan. Eger îro hesap neyê pirsîn, wê li bajarên din jî heman komkujî pêk were. Em hêvîdarin ku di demek nêz de wê tola wan were hildan û xeyalên wan were bi cih anîn.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimre îtifaqa AKP û MHP’ê’ dawî bû.