Xelkê Mexmûrê êrîşên dagirkeriyê yên li Garê şermezar kir

Li Wargeha Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li herêma Gare ya Başûrê Kurdistanê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), bi meşeke girseyî êrîşên dagikeriya dewleta Tirk a bi hevkariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê yên li ser herêma Gareyê protesto kirin.

Şêniyên Mexmûrê di seat 15:00’an de li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û bi tevlîbûna çalakgerên gireva birçîbûnê dest bi meşê kirin. Di meşê de li ser hev dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gêrîlla”, “Bijî berxwedana HPG” û “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” hatin berzkirin.

Di meşê de dayika Helîm Kara axivî û got: “Em dewleta Tirk rûreş û şermezar dikin, ew çi bikin bila bikin nikarin îradeya me bişkênin, em ê li ser lingan bin û berxwedana xwe dom bikin. Berxwedan jiyan e.”

Endamê Tevgera Ciwanên Mexmûrê Rojhat Alturk jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker, PDK kiriye hevkarê xwe û bi rêya wan êrîşî herêmên gêrîla dike û got: “Em weke Tevgera Ciwanan û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bang li hemû ciwanên Kurdistanê bi taybet ên Başûrê Kurdistanê dikin ku li ber dagirkeriya heyî bêdeng nemînin, dem êdî ne dema bêdengiyê ye. Dewleta Tirk projeyên ku dixwaze êdî dixwaze bixe meriyetê û xeyalên xwe yên Osmaniyan pêk bînin. Em weke ciwanên Kurd û ciwanên Mexmûr tişta ku ji destê me were li kîjan qadê be bila bibe, ger bê xwastin li kêleka gêrîlla ger bê xwestin kêleka gelê xwe em ê hetanî dawiyê vê berxwedana heyî bigehînin serkeftinê.”

Meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a ku li ketina wargehê rawestiya û daxuyaniyek a çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Pêwîste her kesek li hemberî vê siyaseta PDK’ê ya ku ji bo qirkirina gelê Kurd xizmet dike raweste û xwedî li erk û berpirsyariyên xwe yên welatparêzî derbikeve. Heman demê divê hikûmeta Iraqê xwedî li serweriya xaka Iraqê derbikeve û destûr nede dagirkeriyê. Em weke gelê berxwedêr ên Wargeha Şehîd Rustem Cudî careke din dilsozî û girêdana xwe ya bi xaka Kurdistanê re didin diyar kirin û em ê li hemberî her cûrên dagirkirina xaka welatê me, em ê li ber xwe bidin.”