Xelkê Mexmûrê bi coş salvegera PKK’ê pîroz kirin

Ji heft salî hata heftê salî welatiyên Penaber ên Mexmûr ên li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr (NÇHM) kom bûn, salvegera 41’emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi coş pîroz kirin.

Li Wargeha Penaberan a  Şehîd Rustem Cûdî  (Mexmûr) bi amadebûna xwedekar, mamoste û xelkê Mexmûrê li navenda NÇHM’ê salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê bi şahiyekê pîroz kirin.

Qada pîrozbahiyê bi alên PKK, KCK, YPG, YPJ, KJK, YJA-STAR û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên pêşeng ên PKK’ê û Mexmûrê hatibûn xemilandin. Li Qadê pankartên bi nivîsên ‘Bi ruhê Cenga Rojava 27’ê Mijdarê pîroz be’, ‘Têkoşîna we têkoşîna me ye’, ‘Tohildana we soza me ye’ hatine hildan. 

Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre li ser navê rêveberiya wargehê Cemal Cizîrî axivî. Cizîrî sala 42’an a PKK’ê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, şehîdên azadiya Kurdistanê, şervanên azadiyê, gelê wargehê û tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: “Em bi saya şehîdên azadiya Kurdistanê û berxwedana şoreşa Rojavayê Kurdistanê gihiştine van rojan.”

Şahî bi stran û komên mûzîkê hunera xwe pêşkêş kir. Di dewama şahiyê de komên şano û govendê hatin pîşandan. Herî dawî jî girseyê li ber stranên dengbêj Edîp govend gerandin.

Şahî bi qîrkirina dirûşmên 'Bijî PKK', 'Bijî Serok Apo' û 'Bijî Berxwedana Rojava' bi dawî bû.