Xelkê Başûrê Kurdistanê nerazî ye: Em şer naxwazin
Xelkê Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku hêza leşkerî şandiye Herêmên Parastinê yên Medyayê û pirsa "Çima şer" kir û nerazîbûn nîşanî rewşa heyî da.
Xelkê Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku hêza leşkerî şandiye Herêmên Parastinê yên Medyayê û pirsa "Çima şer" kir û nerazîbûn nîşanî rewşa heyî da.
Şêniyên gundê Zibar ê Akrê diyar kirin ku ew şer naxwazin.
Gundiyên Zibarê gotin, "Bi salan e em li vir in, sewalkariyê dikin û em şer naxwazin." Gundiyan destnîşan kirin ku ji bilî vê herêmê qadeke wan a jiyanê nîne.