Xelkê Şengalê: Me bi saya Rêber Apo xwe rêxistin kir û xwe parast

Xelkê Şengalê dibêje, eger civaka Êzidî dixwaze azad bibe divê di serî de xwedî li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve.

Di nava rûpelên dîrokê de bênavber navê Êzdiyan tê dîtin, li aliyekî berxwedanî û li aliyekî qirkirin û ferman heye. Ev zîncîreya ferman û qirkirinê a li ser Êzidiyan heta îro didome. Lê çawa ku di dîrokê de Êzidiyan berdelên giran dan, di Tebaxa 2014’an jî ev yek hate dubarekirin. Êzidiyan vê carê jî li ber xwe dan û xwe parastin. Lê xeta ku Êzidiyan hilbijart û xwe li ser wê rêxistin kirin jî xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Bi saya mudaxeleya gerîlayên azadiyê ya li Şengalê civaka Êzidî xwe parast û Êzidiyan karîn bibêjin ku me vê carê pêşiya fermanan girt.

Ji rûsipiyên Êzdiyan Eliyas Hisên ê ku ji eşîra feqîrên Mala Zeroya diyar kir ku di fermana 3’ê Tebaxê de ji xeynî şagirtên Rêber Apo tu kes xwedî li wan derneket û got “Ji ber vê jî em civaka Êzidî dixwazin Rêber Apo azad bibe. Azadiya wî, wê bibe çareserî û azadiya hemû civakên bindest. Ji xeynî Serokatî hemû kesan li me îxanet kirin. Serokatî dijberiya civakê nake, ew ji bo hemû civak û gelan wekhevî, yekîtî û azadiyê dixwaze. Ji ber ku Serokatî azadiyê dixwaze, ew 23 sal in di nav çar dîwaran de ye. Azadiya Serokatî wê bi xwe re wekhevî, azadî û yekîtiyê bîne.”

Hisên diyar kir li Şengalê li ser fikr û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civaka Êzidî xwe bi rêxistin kiriye û got “Beriya fermana 3’ê Tebaxê li ser me gelek ferman çêbû. Lê me nekarî rê li ber fermanan bigire. Piştî ku me Serokatî nas kir em dikarin bibêjin ku me rê li ber fermanan girt. Hêzên me yên parastinê, YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê hate avakirin û ev hêz me diparêzin. Di heman demê de sazî û dezgehên me jî li ser navê Rêveberiya Xweser rêveberiyê dikin. Ev hemû destkeftî bi saya fikrên Rêber Apo pêk hatin.”

‘KESÊN LI AZADIYÊ DIGERIN, DIKARIN DI NAV RAMANÊN SEROKATÎ DE AZADIYÊ PEYDA BIKIN’

Ji rêveberiya şaredariyên Şengalê Xelîl Hecî jî bi şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê dest bi axaftina xwe kir û got “Dema ku Serokatî bû hedef, bi wî re hemû gelên azadîxwaz û gelên zilm li ser wan tê kirin jî bûn hedef. Di fikra Serokatî de hemû ol û netewe dikarin bibin xwedî îrade û xwe bi rê ve bibin. Kesên li azadiyê digerin jî dikarin di ramanên Serokatî de azadiyê peyda bikin. Ji ber vê jî dewletên desthilatdar xwestin bi girtina Serokatî bandorê li ser gel bikin û yekîtiya gelan parçe bikin. Li ser axa Mezopotomyayê xêr û bereket hene, heke ev gelên herêmê bikaribin li ser fikr û ramanên Serokatî xwe bi rê ve bibin wê ev bereket ji gel re bimîne.”

Hecî jî bal kişand ser fermana di 3’ê Tebaxa 2014’an de û got “Li hemberî fermana hate serê me bi tenê şagirtên Serokatî hatin hawara me. Divê tu kes vî tiştî ji bîr nekin. Li gorî salan pêşketinên mezin di nava civaka de me pêk hatiye û gelê me bûye xwedî îrade. Ev jî bi saya fikrên Serokatî ye. Xwedîderketina li Serokatî, tê wateya xwedîlêderketina civaka me. Azadiya Serokatî ji bo hemû gelan e, ji ber vê jî divê Serokatî azad bibe. Em helwesta civakên navneteweyî jî şermezar dikin, ji ber ku ji erka wan e ku Serokatî azad bikin.”