Xelkê Şengalê cenazeyê Menal Mêrdîn bi merasîmekê spart axê

Şoreşgerê 40 salan Menal Mêrdîn ku li Şengalê di encama reşkujiyeke dewleta Tirk û PDK'ê de şehîd bû, li Şengalê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Roja 2’yê Çileyê li nehiya Tilezêr a Şengalê di encama êrîşeke bêbext de ya bi destê dewleta Tirk û PDK’ê hate kirin şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn şehîd bibû.

Cenazeyê şehîd Menal bi karwaneke wesayîtan ji ber Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber  bi goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve hate rêkirin. Cenazeyê Şehîd Menal bi merasîmekê li goristanê hate veşartin.

Di merasîmê de bi sedan kes ji xelkê Şengalê yên ji pêkhateyên cuda tevî serokeşîr, nûnerên rêxistin û saziyên Şengalê amade bûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan destpê kir û piştre peyama malbata Şehîd Menal bi deng hate guhdarîkirin.

Di peyama malbatê de sersaxî ji tevahiya gelê Kurd û civaka Êzidî re hate xwestin û hate gotin, “Ji dema şehîdbûna Menal û pê ve civaka Êzidî li ser piyan e. Em spasiya tevahiya xelkê Şengalê dikin, ku ji bo eşkerekirina vê bûyerê timî li ser piyan e."

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar jî axivî û got: “Di şexsê Şehîd Menal û şehîdên komkujiya Parîsê de em tevahiya şehîda bibîrtînin û bejna xwe li ber bîranîna wan de ditewînin.  Şehîd Menal bi salane di nava vê tevgerê de ji bo tevahiya gelên Kurdistanê tekoşîn kiriye û  bi her awayî li gor derfetên xwe xizmet kiriye. Herî dawî biryar da piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an berê xwe da Şengalê û wek mamosteyekî ji bo civaka me kar kir.”

Li ser navê TAJÊ Xoxê Cindî jî axivî û got: “Em wek malbatên şehîda dayîkên şehîda bi şehîd ketina her kesekî xizmetkarê vê civakê be, pê diêşin. Lê di aliyê din em kêfxweş û ser bilidin ku gelê me bi girseyî li şehîdên xwe xwedî derdikeve. Şengal ne cihê kesên xwe firoşe, Şengal cihê wan kesaye ku serê xwe dan û sira xwe nedan. Kesên îxanetkar û dibin hevkar ji dijmin re wan îxanet li ola xwe kirye, ji ber ku di ola me de îxanet herame û nayê qebûlkirin. Ji ber ku Heval Menal ji bo civaka Êzidî kar û xebat kirye, ew kurê her maleke Êzidiye. Em bang li gelê xwe dikin dest ji karên xerab berdin jiber ku îxanet ne karê Êzdiyane.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Şengalê Hisên Sadon jî da diyakirin ku van şehîda erk û barekî mezin daye liser milê wan û wiha domand: “Em wek civaka Êzidî lazime li vî barî xwedî derkevin û xeta şehîda dewam bikin. Taybet Şehîd Menal zanebûna wî a heyî ku daye xelkê Şengalê bi tu awayî  nayê ser ziman. Zanebûna wî ya j bo me hatiye dayîn em wek gelê Şengalê di piratîkiya xwede emê  bidin diyarkirin. Şengala xweser û azad emê bi keda şehîda ava bikin û kes wê nikaribe me ji vê rêyê dûr bixîne.”

Piştî axaftinan cenaze li ber tilîliyên dayikan hate veşartin.