Xelkê Şengalê bi biryardarî xwedî li asayîşa xwe derdikeve

Xelkê Şengalê 12 roj in li pêşiya Asayîşa Êzidxanê nobedê digire û xwedî li hêza xwe ya xweparastinê derdikeve. Ji navçe û bajarokên Şengalê her roj girseya gel serdana konê çalakiyê dikin.

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya "Em hemû asayîş in" hatiye destpêkirin di roja xwe ya 12’yan de ji aliyê koma Xanesorê ve dewam dike. Tê payîn heyetek ji Wezareta Karên Hundir a Iraqê û rayedarên hikumetê serdana çalakvanan bike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Heta niha xelkê Şengalê bi gelek çalakiyan daxwaza xwe ji bo xweseriya Şengalê û naskirina îradeya Êzidiyan pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heta niha ji rayeder û hikûmeta Iraqê bersiveke erênî nehate dayîn.