Xelkê Şengalê: Asayîş û YBŞ hêzên me ne

Welatiyên ku tevlî nobeda ji bo piştevaniya Asayîşa Êzidxanê bûne, bal kişand ser têkoşîna ji bo Şengalê hatî kirin û gotin: “Bi berdêlekî mezin vînek hatiye avakirin, em rê nadin tine bibe.”

Piştî peymana di navbera Hewler û Bexda 9’ê Cotmehê hat eşkerekirin û hewildana destwerdana li ser saziyên xweseriya demokratîk yên li ser Şingalê, şêniyên herêmê ji bo parastinê nobeda mertalên zindî digrin. Wek li navenda Şengal, li navçeya Xanesorê, li Gohbel, li navçeya Sînûnê jî her şev civak li ser piyan e ji bo pêşiya êrîşan jî desteserkirina saziyên xwe bigrin.

Nîştecîhên Sinûnê jî vê çalakiya xwe didomînin û bi biryarin ku heya dawî li hemberî peymana Bexda-PDK’ê li berxwe bidin û nehêlin destkeftiyên xwe ji destê xwe bidin. Hevserokê Meclîsa Sinûnê Xwedêda Îlyas Kiçî û endamê Meclîsa gel ya Sinûnê Xelef Qasim û endamê şaredariya Sinûnê Xeyrî Berkat Îsmaîl Tekîldarî mijarê axîvîn û banga hişyariya gelê Êzîdî kirin.

‘HÊVÎ BIKEDEKÎ MEZIN HATIYE AVAKIRIN, EM TINE NAKIN’

Ji nobedarên Sinûnê Xwedêda İlyas Kiçî ku hevserokê meclîsa gel ya Sînunê ye balkişand ku plana qirêj li ser Şingalê tu dem qebûl nakin û got: “Wan planên kirêj ku 2014’an 52 hezar artêşa Iraqê beriya heyva 6 terka Mûsilê kir, hemû Kurd hiştin û 3’ê Tebaxê 2 hezar peşmerge ev milet di destê hovan de hişt, cardin dixwazin wê plana qirêj ya siyasî li ser vî miletî bidin meşandin. Em vê plana wan ya siyasî qebûl nakin û em ê li vir bisekinin û em hêviyên xwe tine nakin. Ku ev hêviyên me li ser kedek e hatine avakirin, li ser xwîna şehîdan hatiye avakirin.”

‘GEL DIVÊ HIŞYAR BE Û XWE NEFIROŞE’

Kiçî bi biryardarî anî ser ziman ku ew ê heya dawî li hember hêzên dijminane bisekinin û wiha domand: “Ew miletê dibêjin ku; ‘ez rêveberim û pêşengtiya miletê xwe dikim’ heger rastiyê bêje heqîqetê bêje, lê divê em bizanin ku du xeterî hene. Mirovên zana heger rastiyê nebeje, ew xeteriyek herî giran e û mirovê nizanibe jî heger bêje ev xeteriyek din e. Me hêvî heye, ev gel şiyar be û xwe nefiroşe, nefiroşe Barzanî, pişta miletê xwe bigre, hizba ku xayîntî li me kir pişta wan negrin, ew partiya ku xîyanet li me kir. em wekî fikir, wekî îrade, wekî raman ne wekî beriya 2014’ne. Em çi kesê xayîn qebûl nakin werin axa Şengalê. ‘’

‘EM HEMÛ JI BO PARASTINA CIVAKA XWE AMADE NE’

Endamê Meclîsa Gel ya Sinûnê Xelef Qasim ku yek jî nobedarê şevê ya Asayîşê ye diyar kir ku îro li tevahî gund û bajarê Şengalê ew di nobeda mertalên zindî de ne û got: “Biryara Êzidiyan nebe ti planên ser Êzidiyan nayê qebûlkirin. Ji bo vê em îro li nobedê ne. Em ji bo her êrîşê re amade ne. Em rê nadin berî 2014’an bibe. Her kes îro lo mala xwe di nobedê de ye, hişyar e. Em hemû ji bo parastina civaka xwe amade ne.”

‘EM ÇI BIKIN JI BO ME YE, KES JI BO ME NAKE’

Endamê şaredariya Sinûnê Xeyrî Berekat anî ziman ku ji bo parastina asayîşê di nobedê de ne û got: ‘Em çi bikin ji bo me ye, kes nayê ji bo me nake. Ev kar karê me ye, rêxistin rêxistina me ye. Ev sazî jî saziya me ye. Me bi rê ve dibin. Ev 6 sal in em bi xwe xwe bi rê ve dibin. Îro ne ew demek ku em li mala xwe rûnin. Destketiyên me yên 6 salan di xeteriyê de ne. Em Êzidî divê xwedî li xwe derkevin.”

‘ASAYÎŞ Û YBŞ HÊZÊN ME NE’

Berekat rexne li Iraqê kir û pirsa çima xweseriya me qebûl nake, çi ji asayîşa me dixwaze kir. Berekat got, 6 salin YBŞ parastina wan dike û wiha pêde çû: “Ev hêz ciwanên Êzidî ne. Çima vê qebûl nakin. Niha pêşmergeyên Nêçîrvan Barzanî were Çiyayê Şengalê Êzidî wê bi fermanekî nû re rû bi rû bimîne. Me îro rêxistina xwe avakiriye. Em bi xwe saziyên xwe bi rê ve dibin. Pêwîstiya me bi kesekî din tine.Îro li vir şeref û kerameta xwe diparêzim. Asayîş hêza me ya Êzidiyan e, YBŞ hêza me ya Êzidiyan e.”