Xelkê Şengalê 41 roj in li pêşiya asayîşa xwe nobedê digire

Gelê Şengalê ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê dest bi çalakiyan kiribûn. Çalakiya piştgiriyê di roja 41’an de didome.

Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 41’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve didome.

Xelkê Şengalê kom bi kom tên serdana konê berxwedanê û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Xelkê Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê rayedarên Iraqê bersivek erênî nedaye wan. Ji bo vê jî xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Herî dawî duh Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo kar û barên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Şengalê kir û bi hemû aliyên siyasî yên Şengalê re civiya. Di civînê de nûnera Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew ê daxwazên Şengaliyan ragihîne hikumeta Iraqê.