Xelkê Êzidî yê gundê Borik êrîşên li Garê şermezar kirin

Şêniyên Borikê li ber avahiya Meclîsa gel a gundê Borikê kombûn û bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ya li ser Garê şermezar kir.

Li dijî  planên qirêj ên dewleta Tirki û hevkarê wê PDK’ê yên li ser herêma Garê Şêniyên Gundê Borik li ber avahiya Meclisa Gel a Borikê kom bûn, bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin.

Daxwiyanî ji aliyê Kasim Xwidê da ve hate dayin Xwidê destpêkê tevahî şehîdên di oxira doza gelan de jiyana xwe ji dest dane bi minet bibîr anî û got: “Îro em ji bo şermezar kirina dewleta Tirk û hevkarên wê hatine vir. Tevahî hêzên desthilatdar ji bo Tevgera Azadiyê tine bikin li ser kar in. Ji ber dizanin felsefeya Rêber Apo û Şervanên wî alternatifa jiyan azad in, dixwazin wana tine bikin. Em jî weke gelê Şengalê yê ku di fermanê de bê pişt mayî û tenê şervanên azadiyê bi hawara wan hatî, em dibêjin çawa ew bi hawara me hatin em jî weke gelê Êzidî wê heta azadiya Rêber Apo û avakirina Kurdistanek azad û pir reng em ê tevahî erkên ser milê xwe pêk bînin.”