Xelîl: Divê hêzên navneteweyî bibin garantor

Berpirsyarê Dîplomasiyê yê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang li hêzên navneteweyî kir ku li ser sînor bibin garantor. Xelîl got, mijara 'herêma li firînê qedexe' dibe ku bikeve rojeva Konseya Ewropayê.

Berpirsyarê Dîplomasiyê yê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl mijarên di rojevê de ne ji ANF'ê re nirxand.

Çend ji sernavên hevpeyvîna bi Xelîl re wiha ne:

Herêma li firînê qedexe: Hin welat dixwazin vê mijarê bikin rojev. Ev yek gotin. Dibe ku bikeve rojeva Konseya Ewropayê. Hêzên navneteweyî di navbera me û dewleta Tirk de dikarin bibin garantor.

Biryara Trûmp: Em li gorî pîvanên xwe hesabê xwe dikin. Lê belê rastiyek heye, ew jî wiha ye; Emerîka heta dawiyê nikare li Sûriyeyê bimîne.

Têkiliya bi rejîmê re: Em dixwazin bi rejîmê re li ser bingehek demokratîk û bi pîvan çareseriyê bibînin. Eger çareserî li ser vê bingehê pêk were, wê pêşî li êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê were girtin.

Dagirkeriya Tirk: Rojava derdixin pêş, lê sibe wê berê xwe bide Başûr. Gelê Başûr divê li her derê li dijî vê dagirkeriyê rabe ser piyan.

Dagirkirina Efrînê: Berxwedan wê heta azadiya Efrînê bidome.

ŞOREŞEKE DEMOKRATÎK A BÛYE MÎNAKA CÎHANÊ HATE AVAKIRIN

Di roja îro de rewşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi ye, hûn dikarin binirxînin?

Li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê Şoreşeke Demokratîk ku ji bo hemû mirovahiyê bibe mînak heye. Li Rojavayê Kurdistan Rêveberiya Xweser a sîstema azad ava kiriye, bi sîstemên civakî yên meclîs, komun û rêveberiyên civakî ku azadiya jinê ji bo xwe weke pîvaneke sereke dibîne derketiye holê. Bi taybetî têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojavayê Kurdistanê pêşketinek wisa bi xwe re anî ku ti mînakên wê li devereke din a cîhanê nîne. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşa mirovahiyê, şoreşa demokratîk pêk tê. Ji bo vê kîjan hêzên li dijî demokrasî û wekheviyê ne, dixwazin derbê li modela Şoreşa Rojava bidin. Hê jî nakokî û nelihevkirinên hêzên ku niha li Sûriyeyê ne, van hêzan dikarîbûn encamekê derbixin lê nekirin, lê rewşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ketibû rewşeke pir cuda. Êdî wisa lê hatibû ku rejîma Sûriyeyê nedikarî serweriyê li Şamê bike.

HÊZÊN XWE BI OPOZÎSYON DIZANÎN NEKARÎN…

Hêzên ku bi navê opozîsyonê hatibûn avakirin dixwestin hemû Sûriyeyê têxin di bin destê xwe de. Lê niha rewşek wiha nema. Ev komên ku dihatin gotin 'opozîsyon e' ketin destên hêzên cuda, hinek bûn El Nûsra û dîsa komên cuda belav bûn û ketin bin kontrola dewleta Tirk a dagirker. Tirkiye van hêzan ji bo xwe bi kar tîne. Ev hêz li dijî gelê Sûriye, li dijî Şoreşa Sûriye bi tifaqên xwe yên li gel El Nûsra, dîsa bi Îranê û hevkarên xwe re bi kar anîn ji bo xwe li ser lingan bigirin.

DAÎŞ ŞIKEST, BAWERIYA ME BI GELÊ ME HEYE

DAÎŞ ji xwe ji şikest. Artêşa Azad ji xwe li holê nema. Hinek komên mane jî ketin destên Tirkan û Tirk jî wan ji bo xwe bikar tînin. Niha bi hevkariya Tirkiyeyê dixwazin berê wan koman bidin Bakurê Sûriyeyê. Niha li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biratiya gelan hate afirandin, derfet hatin avakirin ku gel bi xwe xwe bi rê ve bibin. Şoreşa ku bi biratiya gelan hatiye avakirin, niha Tirkiye dixwaze wê têk bibe. Ji serê sala 2018’an ve Tirkiye bi hevkariya komên li dora xwe kom kirî û piştgirî dike êrîş birin ser Efrînê û dagir kirin. Niha jî Tirkiye gefê li Minbic û Rojhilatê Çemê Firatê dixwe. Bi van gefan dixwazin li pêşiya pêşketinên li Bakurê Sûriyeyê bibin asteng. Em bi bawer in û vîna gelê me heye ku li pêşiya her cûre astengiyan bisekine û destketiyên ku hatine avakirin biparêzin. Heta Efrîn rizgar bibe û heta ev sîstema ku ji bo hemû cîhanê bûye mînak belavî her alî bibe wê xebatên me dewam bikin. Di vê pêvajoyê de gelek hêz, kes û alî hatin û çûn, em li gorî wê tevnagerin. Emerîka got; ‘Em ji Sûriyeyê vedikişin.’ Erê dikarin vekişin. Biryarek heye, lê hê zelaliya vê ber bi çav derneketiye. Em ê li gorî pîvanên xwe hesabên xwe bikin, dîsa rastiyeke din heye ku ne mimkûne ku hêzên navneteweyî heta heta li Sûriyeyê bimînin.

NÎQAŞÊN ME PARASTINA DESTKETIYAN JI ÊRÎŞÊN TIRKAN E

Piştî biryara vekişîna DYE'yê ya ji Sûriyeyê li ser mijarê nîqaşên we li gel DYE'yê çêbûn an na? Mijarên hatin vegotin çi ne?

Belê, her demê ji xwe nîqaşên û hevdîtinên me hebûn. Lê em ti carî nabêjin neçin. Ji ber ku îro, sibe yan çar meh, heşt meh din bin wê her biçin. Ya em guftûgo dikin ne çûne. A em guftogo dikin, divê êrîşî destketiyên ku pêk hatine neyên kirin e. Em gelê xwe ji êrîşên dewleta Tirk diparêzin. Dîsa pêşîgirtina dewleta Tirk ku bajarên me û Sûriyeyê talan û xira nekine. Divê rejîma Sûriye weke herêm û sîstema xweseriyê ya rêveberiya xwe bi xwe erê bike û em bikarin serketinên ku hatine bidestxistin ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

Li ser vê rejîm çi dibêje? 

Rejîm ji derveyî xwe kesekî din napejirîne. Tenê dibêje; bila partiya Baas hebe. Desthilatdarî Şam be. Vîna gelê Sûriyeyê napejirîne.

WEK PÊKHATE EM Ê BI HEV RE LI BER XWE BIDIN

Nêrînên we yên li ser vê mijarê çi ne?

Êdî divê rejîm dev ji vê hişmendiya xwe berde. Eger ne ji wê hişmendiyê ba wê rewşa Sûriye îro tê de ye nebûya. Ma ji bo çi 8 sal in li Sûriyeyê şer heye. Ji ber van nêzîkatiyên şaş in. Li ser vê mijarê em dikarin alîkariyê ji welatên derve bikin ku di vê mijarê de çareseriyeke ji bo Sûriyeyê bide peydakirin, zextê li Sûriyeyê bike. Weke çavdêr û avaker bi rol bin, ne nebû, weke gel, gelê Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Asûrî bi hev re di nava projeyekê de bijîn û li dijî her êrîşan jî xaka xwe biparêzin. Bi hev re destketiyên xwe biparêzin û li dijî her cûre êrîşan jî bi hev re berxwedaniyên dîrokî nîşan bidin.

GELEK WELAT HENE KU NAVBEYNKARIYÊ BIKE

Heta niha kes hene ji bo navbeynkariyê bike, yan jî welatek ji bo vê xwe diyar kiriye? Dîsa digotin Misir ji bo navbeynkariyê amade ye. Yan jî ji bo vê rejîm razîbûye ku hinek alî navbeynkariyê bike?

A niha welatên ku karibin navbeynkariyê bikin û bibin xwedî erk li holê cûr bi cûr hene. Mijara Misrê ez bawerim li ser ragihandinê şaş hatibû fêhmkirin. Misrê negotibû ez amade me ji bo vî karî, guftogoyên ku li ser hêviyên ku wê Misir bikare vê bike derketibûn holê. Ya esas ne tenê Misir, hinek welatên din hene ku peywendî bi wan re hene. Hewl didin ku têkevin mijarê, ji bo zextê li rejîmê bê kirin ku çareseriyek pê bê. 

Ev welat kîne?

Na; bila niha navê wan bimîne, ji ber ku ne welatek tenê ye. Çend welat hene ku li ser Sûriyeyê bi bandor in. Hê jî peywendiyên me li gel wan dewam in. Eger Sûriye xwe da ber baş e, lê xwe neda ber em ê berxwedaniya xwe dom bikin. Me qet negotiye em ê ji Sûriyeyê cuda bibin. Em naxwazin ji Sûriyeyê cuda bibin, Sûriye parçe bikin. Me ti carî çareseriyek ne xwestiye ku xwe bispêrin hêzên cuda.

EM Ê PIŞTA XWE BIDIN XWE, PIŞTGIRIYA MECLÎSÊN HERÊMÎ BIKIN

Xwespartina hêzên derve ne misoger e û çareseriyê naîne. Ji ber ku îro be û kengê jî be em ê gelê Sûriyeyê bi hev re bijîn. Hêzên derve tên û diçin. Li ser vê bingehê em peywendiyan datînin. Ji bo çareseriyê projeyên me hene. Li vir dixwazin balê bikişînim li ser deverên din ên ji dereyî Rojavayê Kurdistanê, li Bakurê Sûriyeyê li herêmên hatine rizgarkirin em li gel ciwanên Ereb, Sûriyan bi hev re ne tenê Kurd ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir. Em dev ji vê bernadin, em ê piştgiriya vê bikin. Em ê xwedî li wan derbikevin û bi hemû derfetên xwe piştgirî bikin. Li hermên hatine rizgarkirin meclîsên xwe ava kirine. Dema ku wan gotin em êdî dikarin xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin, wê demê em ê bêjin temam. Na, ku bixwazin em li gel wan bin, em ê piştgirî bikin û wan nedin alî. Em piştgirî nadin ti biryarê ku destwerdanê li Sûriyeyê bike.

HEVDÎTINÊN ME NE TENÊ LI GEL RÛSYA LI GEL GELEK WELATAN HEYE, HÊ JÎ DIDOMIN

Heyete we çûbû Rûsyayê, nîqaşên we yên li gel Rûsya çibûn, çi hate gotin, Rûsya çi dibêje? Dîsa daxwazên we çibûn?

Heyetên me ne tenê çûn Rûsyayê, çûn gelek welatan. Heyetên me hinek hê li derve ne, hinek jî vegeriyane. Rojevên me çareseriyeke çawa em ji bo Sûriyeyê bibînin. Hûn jî dizanin rola Rûsya di Sûriye de, li ser Tirkiye heye. Her wiha giraniya wê li hemberî DYE û koalîsyonê jî heye. Rûsya zêdetir alîgirê Tirkiyeyê ye. Ev di dagirkeriya Efrînê de derket holê. Ji ber dewlet in, li ser berjewendiyan kar dikin. Tevî vê jî em dîsa dixwazin hinek tiştan bikin rojevan wan. Eger em bikarin bandorê li wan bikin, bi wê erka xwe ya li herêmê rabin, bê guman wê baştir be. Hevdîtinê me yên li ser van mijaran hê jî didomin. Ev hevdîtinên me ne tenê li gel Rûsya bi gelek welatan re hê jî dewam dikin. Em li ser du teweran kar dikin, yek hêzên me yên hundirîn bi hemû derfet û îmkanên xwe li pişt sekinîn û berxwedan kirin a duduya jî dîplomasî ye. Ev karê me di asta girseyî û di asta çalakiyên demokratîk de ji bo berxwedana gelê xwe hem di hundirê Rojava û hem jî derve de ji bo xwe xeteke esas digirin. Ji bo em li welatên din bidin zanîn ku em bi rejîmê re çareseriyê dixwazin. Dema me ew pêk anî ew jî dibe mîsogeriyek; ew jî du fêdeyên wê hene, a yekem pêşiya êrîşên Tirkiyeyê girtin a duduyan jî destketiyên ku bi têkoşîna hatin afirandin dikevin bin parastinê. 

A ESAS DIVÊ REJÎM RÊVEBERIYA HEYÎ ERÊ BIKE Û BERXWEDAN BÊ KIRIN

Dema êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê pêk hatin, hate gotin ku komek ji leşkerên rejîmê çûbûn Efrînê, dîsa niha jî komek dibêjin çûne Minbicê; li vir rejîm dikare pêşiya êrîşên Tirkiyeyê bigire?

Niha mijara esasî ne ew e ku komek were, mijara sereke ku em dibêjin werin em bi hev re rûnin ser maseyê û tifaqekê çêbikin. Sîstemeke me heye, rêveberî û nesaxim rêveberiyên me hene ku ya esas ev e; ku em tifaqekê çêbikin wê çaxê sînor wê tev bikevin di bin ewlehî û parastina hikumeta navendî de. Wê çaxê neçarin ku parastina sînor bikin. Eger bi rengekî fermî ev bê erêkirin, wê demê Tirk nikare êrîş bike. Wê demê Tirkiye ne dikare êrîşî dewleta Sûreyeyê û ne jî rêveberiyên me bike.

Mijara Efrînê mijareke cuda bû. Hêzên ku hatibûn ne hêzên ku bi fermî girêdayî rejîmê bûn. Komên parastinê yên girêdayî artêşa dewletê bûn. 

We behsa Minbicê kir; gelek hêzên rejîmê neketine Minbicê. Ew li herêma Erîma ne. Ew herêm sînorê di navbera me û çeteyên Tirkiyeyê de ye. Sînorê di navbera komên Rûs û rejîmê de ye, berê jî hinek li wir bûn. Yên ku qala wê tê kirin, hinek hêzên din me gotibûn werin li wan gundên bicih bibin ew in. Hinek hêzên hatine li wir bi cih bûne. Lê ew ne hemû tişt e. Ya esas divê rejîm îmze bike, divê erê bike ku di hundirê Sûriyeyê de rêveberiyên xweser hene, dîsa herêmên Bakurê Sûriyeyê ji aliyê gelên herêmê ve tên birêvebirin. Li gel vê wê têkiliya me bi Şamê re jî hebe. Ev jî wê bibe rênîşandeyek ku bê em ê çawa li hev bikin.

JI BO NEFIRÎNA BALAFIRAN, XEBAT TÊN KIRIN

Li Başûrê Kurdistanê piştî êrîşên rejîma Baasê ya li ser herêmê hêzên navneteweyî biryar da ku herêm ji firîna balafiran re bê girtin; gelo ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Firatê di asta navneteweyî de biryarek heye ji bo firîna balafiran bê girtin an na? Ji bo vê heta niha piştgiriya welatekê ya ji bo vê heye an na?

Hinek welat hene ku bikin rojev. Gotine em ê bikin rojev. Dibe bibe rojeveke Konseya Ewropayê. Xebateke di vî warî de heye. Wê di çi astê de be çawa bibe di vê mijarê wê li ser civîn û danûstandinên bê kirin de derbikeve holê. Yek ji welatên Meclîsa Ewlehiyê ku biryara veto bikar bîne, dibe ev yek jî pêk neyê. Lê herî kêm di rojevê de ye. Du tişt di rojevê de ne, yek; hêzên navneteweyî bikevin navbera me û Tirkan bi rola garantor rabe. Tirk tim vê dikin hincet û dibêjin Rojava ji bo me gef in. Me jî got madem ji me ditirsin, bila hinek hêzên navneteweyî bên li ser sînor, wê demê wê bê dîtin bê ka em pêş ve diçin a Tirk. Ti niyetekî me yê wisa jî nîne. A duduya jî astengiyeke firîna esmanî ye. Divê ev herêm ji firîna balafiran re bê qedexekirin. Lê ev mijar ne wisa hesanî ne. Ev di rojevê de ne, lê nediyare bê ka wê encamek çawa derkeve.

JI AZADÎ Û PÊKVEJIYANA GELÊ HERÊMÊ TIRK DITIRSIN

Tirkiye tim dibêje xeterî heye, li ser sînorê Tirkiyeyê hene; çima ewqas ditirsin?

Xeterî projeya me ye. Projeya me projeyeke demokratîk e. Projeya me projeyeke ya biratiya gelan û li dijî şer e. Projaya me rê nade çeteyên DAÎŞ’ê. Projeya me rê nade El Nûsra. Projeya me çareseriya hemû pirsgirêkan e. Projeya me projeya azadiyê ye. Tirkiye ji ber van tevan ditirse. Ev in Tirk çi dixwazin? Her tim dixwazin gelê herêm bi qirka hev bin. Ereb, Suryan, Kurd … bi hev bikevin. Em demokrasiyê dixwazin, ew koletiyê ferz dikin. Ew naxwazin jin azad be, ew naxwaze ku civak azad be; ew naxwaze ku pirsgirêka Kurd çareser bibe, ji bo wê em ji bo wan xeterî ne.

GELÊ BAŞÛR GELEKÎ QEHREMAN E, DIVÊ RABE SER XWE

Di vê pêvajoyê de rola herêma Kurdistan divê çibe, ev demeke dirêj e xwedî rêveberî û di aliyê strateji de jî xwedî girîngî ne; di vê rewşê de daxwaza we ji partiyên siyasî çi ye divê roleke çawa bilîzin?

Li Başûrê Kurdistanê hem gel û hem jî partiyên siyasî yên heyî heta li gel hikumetê divê rastiya dewleta Tirk a dagirker bibînin û eşkere bikin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê bîne bîra xwe dema referandûmê çi kir, yekem Tirk li dijî derketin. Tirk naxwaze destketiyên Kurdan hebin. Pêwîste gelê me yê Başûr li gel rêveber û hemû gel vê yekê bibîne. Dewleta Tirk Cereblûs, Bab û Efrîn dagir kir, lê heta niha rêveberiya Başûr deng dernexistiye. Dengên gel ên derdikevin û hinek aliyan kêm in, netêrker e. Gelê Başûrê Kurdistanê gelekî aştîxwaz û qehreman e. Lehengên mezin ji nava wî gelî rabûne. Ji bo çi niha li hemberî dagirkeriya Tirkiye bêdeng in. Eger ev bêdengî dom bike, wê ne tenê Rojava biçe, wê Başûr jî biçe. Ji xwe Erdogan vê tim dibêje wê Mîsaqî Millî bixe meryetê. Li gorî Mîsaqî Millî sînorê Tirkiye ji Helebê bigire heta Mûsilê û Kerkûkê li xwe digire. Dixwaze van herêman dagir bike. Li Rojava pêş biçe, wê sibe Başûr biçe. Divê ji bo vê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê têkevin nava çalakiyan û rabin ser xwe. Bi vekirî helwestên xwe zelal bikin. 

HETA RIZGARIYA EFRÎNÊ WÊ BERXWEDAN BIDOME

Plansaziyên we ji bo Efrîn çi ne? Ji bo rizgarkirina Efrînê hûn ê çi bikin?

Têkoşîna me hem di aliyê leşkerî û hem jî di aliyê dîplomasî de dewam e. Li Efrînê rastiyek heye; demografiya herêmê tê guhertin û kiryarên dermirovî dom dikin. Ji bo vê hevdîtinên me yên li gel pir aliyan jî dewam in. Bi dosya û belgeyan amadekariyên pir mezin hatine kirin û ev yek ji bo gelek aliyan hatiye şandin. Dîsa li aliyê din gelê me yê Efrînê li herêma Şehbayê di bin konan de bi her şert û mercî li ber xwe didin. Ev berxwedana gelê me ji bo her kesî peyameke. Dibêjin em gund û bajarên xwe bernadin, dibe ji bajarê xwe axa xwe hatibim derxistin, lê wê li kêleka bajarê xwe bin, di nava her şert û mercî de li ber xwe bidin. Dibêjin; ‘Naçim heta bajarê xwe rizgar bikim.’ Ji xwe li aliyê din Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ’ê didome. Bi qehremantî şervanên YPG’ê YPJ’ê berxwedana xwe didomînin û wan silav dikim. Ev berxwedan wê heta rizgarkirina Efrînê jî dewam bike.