Xebatkarên tendirustiyê yê Îlamê ji bo mafên xwe xwepêşandan kirin

Xebatkarên tendirustiyê yê bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ji ber paşguhkirina daxwazên wan û zêdenekirina meaşê ji aliyê rejîma Îranê xwepêşandanek lidarxistin.

Duh xebatkarên tendirustiyê bi armanca nîşandayina nerazîbûna xwe ya li hemberî paşguhkirina daxwazên wan ji aliyê wezareta tendirustiyê yê rejîma Îranê û zêde nekirina meaşên wan xwepêşandanek lidar xistin.

Xebatkaran ku li hewşa nexweşxaneyê çalakî lidarxistin daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser dijwariya dabînkirina debara jiyanî ya ji ber buhabûnê û bang li rayedarên pêywendîdar hat kirin ku daxwazên wan bi cih bîne û meaşên wan jî zêde bike.

Her wiha hate gotin ku rayedarên Îranê heya niha tu bersivek nedaye daxwazên wan.