Xebatkarên şaredariya Peyasê bi tilîliyan ketin nava şaredariyê

Li Şaredariya Peyasê ya Amedê lêgerîn û dorpêçiya polîsan didome. Xebatkarên şaredariyê bi tilîlî û dirûşman ketin hundirê avahiya şaredariyê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz û Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin. Hevşaredar birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Amedê.

Şaredariyên Peyas, Karaz û Bismilê ji aliyê polîsên Tirk ve hatine dorpêçkirin. Xebatkarên Şaredariya Peyasê yên li ber avahiya şaredariyê kom bûn ji parlamenterên HDP'ê yên Amedê Dersim Dag, Salîha Aydenî zû Remziye Tosûn piştevanî wergirtin. Aydenîz nerazîbûn nîşanî dorpêçiya polîsan da û got, "Hûn dest datînin ser şaredariya gel. Hûn vê zilmê sed sal in dikin lê belê tiştek nehatiye guhertin. Em her tim li vir bûn lê hûn guherîn. Em dikarin sed salên din jî sebir bikin. Bêguman hûnê bi kiryarên xwe hevrû bin."

Şêniyên bajêr û xebatkarên şaredariyê bi tilîlî û dirûşmên "Zext nikarin bi me", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" ketin hundirê avahiya şaredariyê.

Li hundirê şaredariyê lêgerîna polîsên Tirk didome. Wekîl û personelên şaredariyê jî li hundirê avahiya şaredariya Peyasê ne.