Xebatên hilbijartinê yên li Wanê didomin

Li Wanê xebatên hilbijartinê bê navber dewam dikin. Îro xelkê Wanê ji bo protestokirina tecrîd û piştevanîkirina bi Leyla Guvenê re meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Leyla yê’ hate qîrkirin.

Meşa ji taxa Esenlerê destpê kir, li Karşiyaka Beşyolê bi dawî bû. Namzetên HDP’ê yên li navçe û bajarê Wanê bi gel re civiya, li her cihê ku lê banga hestyariyê ya ji bo Leyla Guvenê kirin.

TUŞBA

Li navçeya Tuşba ya Wanê xebatên hilbijartinê didomin. Hevseroka HDP’ê Yadîşen Karabûlût, Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzen Orhan, namzetên hevşaredariyê Ayşe Mînaz li taxa Beyuzumu ya girêdayî Tuşbayê buroya hilbijartinê vekirin. Di vekirina buroyê de dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate qîrkirin.

Namzetê hevşaredariyê Yilmaz Berkî li vir axivî û bal kişana ser berxwedana Leyla Guven û got: “Ji bo bidawîbûna tecrîdê û destpêkirina muzakereyan li ber xwe didin. Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne.”

Her wiha Mûazzez Orhan jî axivî û diyar kir ku desthilata AKP’ê li bajarên wan polîtîkayên şer bi rê ve dibin. Orhan diyar kir ku weke ku tê dîtin dorî wan bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin. Ew wisa dizain ku ew ê ji wan bitirsin, lê ew ji wan natirsin. Orhan got: “Em dev ji vê têkoşînê bernadin.”

ÎPEK YOLÛ

Hevşaredarên Îpekyolûyê Şehzade Kurt û Azîme Yacan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Alî Paşayê boroya hilbijartinê vekirin.

Nûnerên KCD , Aktivîstên TJA , Dayikên Aştiyê û gel tevlî vekirina buroyê bûn. Namzeta Hevşaredariyê ya Îpek Yolûyê Azîme Yacan li vir axivî û diyar kir ku daxwazên Guven a li dijî tecrîdê di grevê de ye daxwazên wan in û got: “Ev daxwaz heta dawî bi maf in û divê tavilê dawî li tecrîdê bê.”

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Mûstefa Avcî û namzetên Hevşaredariya Îpek Yolûyê Şehzade Kurt û Azîme Yacan serdana Odeya Ziraetê kirin.

Di serdanê de Serokê Odeya Ziraetê Hasan Ozgokçe spasiya xwe ya ji bo serdanê pêşkêş kir.

QELQELÎ

Xebatên hilbijartinê yên li Qelqeliyê jî didomin. Namzetên Hevşaredariyê ya Qelqeliyê Dîlan Orencî û yên pêre li taxa Bogazkesan a girêdayî Qelqeliyê bi gel re civiyan. Orencî û yên li gel di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gel û serdana nexweşan kirin û li taxa Bogazkesen broşor belavkirin û bang li gel kir ku xwedî li HDP’ê derbikevin.

Dîsa li taxa Şemsettîn ê jî broşorên hilbijartinê hatin belavkirin.