Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina 31’ê Adarê didomin

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê bê navber didomin. Li Qers, Meletî û Çewlikê serdana gel û dikandaran hate kirin, li navçeya Rezan a Amedê jî buroya hilbijartinê ya jinan bi coşeke mezin hate vekirin

Namzetên Hevşaredariya Qersê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca Teahûdnameya Şefafî ya Rêveberiya Xwecihî ya Komeleya Şefafiya Navnetewî îmze kir. Komele têkildarî xebatên ji bo destkekrina têkoşîna li dijî nelirêtiyê, şefafî, rastbûyîn û hesabdayînê rêgezên rêveberiya baş ji bo belav bike di çarçoveya Teahûdnameya Şefafî ya Rêveberiyên Xwecihî de raporê amade dike.

Li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan a Amedê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Hulya Alokmen Ûyanik, namzeta hevşaredariya Rezanê Zubeyde Zumrut, namzeta hevşaredariya Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn, namzeta hevşaredariya Yenîşehîr Belgîn Dîken namzeta hevşaredariya Peyasê Kezban Yilmaz, parlamneterên bajêr SalÎha Aydenîz, Dayikên Aşitiyê û gelek kes beşdarî vekirina buroyê bûn. Jinan li ber dev û zirnê goven girtin û bi dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zindanan” buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hate vekirin.

MELETÎ

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Meletî Yûsûf Bozkûş di çarçoveya xebatên hilbijartinê e serdana dikandarên bazarê kir. Bozkûş di serdanê de belavokên ku qala projeyên xwe dike belav kirin û têkildarî krîza heyî bi dikandaran re sohbet kir.

BEDLÎS

Li navçeya Bedlîs Tetwanê Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Celadet Gaydali, namzetên hevşaredariya Tetwanê Habîp Yeşîltepe û Serap Çakmak Genç bi sedan kesan di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de serdana dikandarên li Cadeya Komarê kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP’ê da û namzetan pirsgirêk û pêşniyarên dikandaran guhdar kir. Namzetan dikandar û gel vexwend vekirina buroya hilbijartinê ku sibê bi beşdarbûna Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî wê pêk were.

Piştre bi tevlîbûna dehan kesî li Cadeya Komarê buroya hilbijartinê ya HDP’ê hate vekirin. Gaydalî di merasîma vekirinê de axivî û got; “Îro tişta me li Tetwanê dît nîşaneya serketina me ye. Êdî tu hêviya AKP’ê li Tetwanê nemaye. We hemûyan silav dikim û bi hêviya ku buroya me bibe wesîleya xêran.”

ÇEWLÎG

Namzetên Hevşaredariya Çewlîkê Senem Çakas û Hîşyar, parlamenter Erdal Aydemîr û endamên meclîsa giştî ya bajêr serdana Baroya Çewlîk û Cemiyeta Rojnamegerên Çewlîkê kirin. Heyeta HDP’ê destpêkê çûn serdana Baroya Çewlîkê û bi Serokê Baro Hanîfî Bûdancamanak re civiyan.

Ozsoy di serdanê de axivî û got; “Xweseriya darazê ji bo welatekê krîterê bingehîn e. Di lîsteya mafên mirovan de welat li paş cîhanê ye û sedemê vêya jî zextên siyasî yên li ser darazê ye.” Serokê Baroyê Bûdancamanak jî got; “Baroya Çewlîkê ku 123 endamên wê hene ew ê ji bo hilbijartina 31’ê Adarê çavdêran diyar bikin û em bihêvîne ku hilbijartinekî li gorî dewleta hiqûq a demokratîk be.”

Piştre heyeta HDP’ê çûn serdana Cemiyeta Rojnamegerên Çewlîkê û ji aliyê Serokê Cemiyetê Yûnûs Bûdak û endamên cemiyetê ve hatin pêşwazî kirin. Bûdak diyar kir ku çapemeniya xwecihî di pêvajoyek giran de ye û wiha got; “Bi krîza aborî re zamên ku li ser kaxizê hatine kirin re çapemeniya nivîskî li ber tunebûnê ye. Girtina SEKA’yê xetayek gelek mezin bû. Her roja diçe azadiya çapemeniyê xirabtir dibe. Çapemenî di sala 1969’an de hê bêhtir azad bû. Di 12’ê Îlonê de jî evqas zorî û zext nebûn.”

Namzetê Hevşaredariya Çewlîkê yê HDP’ê Ozsoy jî axivî û got; “Tirkiye li rêza dawî ya lîsteya welatên ku azadiya çapemenî û xweîfadekirinê de cih digre. Tirkiye welatê herî zede ku rojnameger lê tê darizandin e.”

AZADIYA ÇAPEMENIYÊ

Ozsoy diyar kir ku nêzî 200 rojnamegeran hê ji di girtîgehê de ne û got; “Çapemeniya azadiyê eyneya azadiyê ya welat e. Eger li welatekê azadiya çepemeniyê hebe li wî welatî qala demokrasiyê tê kirin.”