Namzetên HDP'ê: Em ê dersek mezin bidin qeyûman!

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li navçeyên Şemrex û Dêrik ên Mêrdinê buroya hilbijartinê vekir.

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê li navçeyên Şemrex û Dêrik ên Mêrdînê didomin. HDP’ê li navçeyên Şemrex û Dêrikê buroyên hilbijartinê vekir.

Namzet destpêkê çûn navçeya Şemrexê. Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, namzetên hevşaredariya Şemrexê Îbrahîm Çoko û Nalan Ozaydin û endamên partiyê li nava bajêr bi konvoyê geriyan.

Li Qada Yaşamê gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da û piştre derbasî navenda koordînasyona hilbijartinê bûn. Beriya vekirina buroyê têkildarî grevên birçîbûnê û nêzikbûna hilbijartina xwecihî axaftin hatin kirin.

Destpêkê Namzeta Hevşaredariyê Nalan Ozaydin axivî û bal kişand ser Leyla Guven a ku 110 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Ozaydin got; “Gelê Şemrexê wê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bide.”

Namzetê Hevşaredariyê Îbrahîm Çoko jî got; “Gelê me çawa di hilbijartinên xwecihî yên 1999, 2014, 2019, 2014 îradeya xwe derxist holê wê 31’ê Adarê jî dîsan îrade û dengê xwe derxîne. Bi mîsogerî wê gelê me bi ser bikeve. Em ê di hilbijartinê de dersek mezin bidin qeyûman.”

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag jî got; “Çawa ku gelê me heta roja îro seknek nîşan daye, em bibawerin ku ew ê heman seknê dîsan nîşan bidine.”

Namzet Ahmet Turk jî got; “Desthilatdar dixwaze partiya me ku gel li rexe hilweşîne. Ji bo ku em şaredariyên xwe bi dest nexin siyaseteke qirêj dikin. Nasnameya me, hebûna me û zimanê me qebûl nakin. Li Rojhilata Navin lîstokên mezin tê leyîstin. Li Rojhilata Navîn dixwazin deskeftiyên gelê Kurd ji destê wan bigirin. Ji bo wê jî ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e. Divê em xwedî li xwe, têkoşîn û azadiyê derbikevin. Em bawerin ku gelê me wê li dijî van politîkayan bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bide.”