Xebata ciwanan ya "Hafizeya xwe jibîr neke"

Ciwanên Amedî bi zeliqandina etîketan “Hafizeya xwe jibîr neke” li ser dîwarên kolanên Sûrê pêşengeha Ahmet Guneştekin ya bi navê “Odeya hafizeyê” protesto kirin.

Ciwanên Amedî bi xebatê zeliqandina etîketan, pêşangeha "Odeya hafizeyê" ya hunermend Ahmet Guneştekîn ku di 16'ê Cotmehê de li Keçî Bûrcû ya dîrokî ya Amedê bi malûvaniya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û pêşkêşkirina Galeriya Pîlevnelî ve hatibû vekirin, protesto kirin.

Li gelek taxên navçeya Sûrê ya Amedê etîketên bi nivîsa "Hafizeya xwe jibîr neke" û wêneyên kesên ku li herêmê ji ber xemsariya hêzên dewletê jiyana xwe ji dest dane hatin zeliqandin.