Xabûr: Girtî bi giyanê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin

Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr têkilî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Ocalan axivî û got, girtî bi giyanê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr di Stêrk TV de, ji bernameya 'Rojeva Jin' re axivî.

Xabûr li ser grevên birçîbûnê yên ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li ser polîtîkayên Tirkiyê yên li ser jinan û komkujiyên wê li ser siyaseta li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî. Xabûr têkilî greva birçîbûnê got, girtî bi giyanê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin û got, ''Têkoşîna gel a berdest watedar e lê kêm e. Em hê li benda çi ne?''

Xabûr diyar kir komploya li ser Kurdan bi dîlgirtina Ocalan giran bûye, niha jî bi rêbazên cuda komplo didome û got, têkoşîna 20 salan a Ocalan a li Imraiyê her roj van komployan pûç dike. Xabûr got felsefeya Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û dewleta Tirk ji bo ku pêşî li vê bigire çare di tecrîdê de dîtiye û got, çalakiyên ku bi şexsê Leyla Guven dest pê kirî û li welêt û li derveyî welêt çalakiyên ku têne kirin tecrîd pûç kirine û bi domdarî diyar kir, fikr û felsefeya Ocalan mîna tovekê li her deverê, li dilê her kesî şîn hatiye.

EM HÊ LI BENDA ÇI NE?

Xabûr got di dîroka Tevgera Azadiyê de her demê yên ku pêvajo hîs kirine, rast xwendine û li gorî vê helwest nîşan dane jin bûne û got, ''Berxwedana dîrokî ya Zîlan û Semayan, bersiva ku wan dane dijmin, ji hîsa welatparêziyê û ji hezkirina wan a xaka wan tê. Ev hîs e ya ku çanda Kurd, zimanê Kurd zindî hiştiye.''

Xabûr got pêşengiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê jin dikin û ev jî berdewamiya vê rêça jina Kurd e û got, sedema ku dewleta Tirk bi ser jinan de diçe jî, ev berxwedana dîrokî ya jinan e.

Xabûr li ser çalakiyên gel jî axivî, got, girtî bi giyanê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin, çalakiyên gel watedar in her gavê pîroz dibînin û domand,''Bi darbeya 12'ê Îlonê gotin Kurd nema dikarin serê xwe rakin. Lê bi 14'ê Tîrmehê re berxwedana zindana û têkoşîna gel dîroka Kuran ji nû ve nivîsî. Niha zindan bi heman giyanî li ber xwe didin, têkoşîna gel watedar e lê têrê nake. Em hê li benda çi ne? Li hêlekê ku têkoşîna hevalên girtî wiha geş e, em li derve çawa qebûl dikin ku wiha qels bimînin?''

BANGA TEVLÊBÛNA LI MEŞA PARÎSÊ

Xabûr greva birçîbûnê ya salên 2012'an bi bîr xist, got gel pêvajo guherandiye, xwest ku komkujiyên 2015'an werin bibîranîn û wiha berxwedanî were kirin. Xabûr her wiha bang kir ku gel tevlî mîtîngên 19'ê Çile yên HDP'ê bibe. Li ser komkujiya Parîsê ya 9'ê Çile û ya Silopya ya 4'ê Çile jî Xabûr got, faîlên komkujiyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e û MÎT E.

Xabûr li ser mîtîna 12'ê Çile ya li Parîsê jî got ji bo jinan pir girîng e û bang kir ku her kes tevlî mîtîngê bibe.

Li ser qedexeya 'Belgefîlma Sara' ya li Silêmanî jî Xabûr diyar kir ti sûda vê ji yekîtiya Kurd re tine.

'TI HÊZEKE DAGIRKER DIVÊ LI BAKURÊ SÛRIYÊ NEMÎNE'

Têkilî biryara vekişînê ya DYE'yê ya ji Sûriyê jî got, ''Ji hêzeke wiha re ku ji roja pêşî de diviya ne li wir bûya, dema ku vekişiya, mirov nikare bibêje, çima tu vedikişî. Ne tenê ew, divê ti hêzeke navdewletî, ti hêzeke dagirker ne li wir be''. Xabûr diyar kir, ev siyasetek e ku tê xwestin pê hevalbendiya Rûsyayê û Tirkiyê bi dawî bike. Xabûr got bi biryara li ser sê rêveberên PKK'ê ev pêvajo dest pê kiriye û got, ev pêvajo konsepteke dijî Kurdan e.

Herî dawî Xabûr li ser pêvajoya seferberiyê ya 6 mehan ku wan standiye jî got, divê ne tenê jinên Kurd ên Ereb Sûryan, Ermen û hemû jinên enternasyonal li dijî hêzên dagirker û polîtîkayên wan bi hîsên tolhildanê rabin û berxwedaniyeke giştî bikin.