Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Mattîs li Bexdayê ye
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) James Mattîn ziyareta xwe ya pêşî ya li Bexdayê pêk anî.
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) James Mattîn ziyareta xwe ya pêşî ya li Bexdayê pêk anî.
Piştî Konferansa Ewlekariyê ya Navneteweyî ya 53. a li Munîh, Elmanyayê pêk hatî, Wezîrê Parastinê yê DYA’yê James Mattîs, ji bo hin danûstandinan çû paytexta Iraqê Bexdayê.
Tê payin ku James Mattîs îro bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî û Wezîrê Parastinê Îrfan Heyalî re rûne.
Têkildarî mijarên ziyareta Mattîs ti daxuyanî nehatiye dayin.