'Wezareta Rewşenbîrî li ber asta xwendinê xemsar e'

Rojnamevan û çalakvanên siyasî bal kişandin ser asta rewşenbîrî û xwendina pirtûkan a li Başûrê Kurdistanê û gotin, "Wezareta Rewşenbîrî li ber asta rewşenbîrî û teşwîqkirina xwendinê xemsar e. Divê her kes girîngî bide asta xwendina pirtûkan."

Li herêma Kurdistanê ji ber girîngî nedayîna xwendinê her diçe asta rewşenbîrî li nava civakê kêm dibe.

Rojnamevan û çalakvanên siyasî yên Kerkûkê bal kişandin ser asta kêmbûna xwendin û rewşenbîriyê ya di ciwanan de.

Şanoger Kardo Mihemed bal kişand ser kêmbûna asta xwendinê û diyar kir ku li ber destê wan daneyên fermî nîne ku diyar bibe bê ka çiqasî asta xwendinê daketiye û got: “Lê bi awayekî berbiçav dixuyê ku asta xwendinê pir kêm bûye.”

Mihemed anî ziman ku ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê divê Wezareta Rewşenbîrî û aliyên peywendîdar ên hikûmetê tedbîrên baş bigirin. Mihemed got: “Divê lêkolîn bên kirin bê ka çima asta xwendinê li nava civakê her diçe kêm dibe û girîngî nedayîna xwendinê.” Mihemed da xuyakirin ku ji bo asta xwendinê bilind bibe, divê hê jî seretayî ve di nava xwendekaran û ferdên civakê de xwendina pirtûkan bê pêşxistin.

Şanoger Kardo Mihemed bang li dayik-bavan kir ku zarokên xwe fêrî xwndinê bikin. Mihemed bang li ciwanan jî kir ku pir dem ji bo tevnên dijîtal tên veqedandin û ne xwedî ezmûn û şarezayiyên zanist ne, ji bo wê divê li xwendina pirtûkan vegerin.

Çalakvanên siyasî Heval Dara diyar kir ku di gelek aliyan de asta xwndinê heye, lê dema ku bi awayekî giştî lê tê meyzanin mirov dibîne ku asta xwendinê pir ketiye û wiha domand: “Yek ji sedemê vê aliyê siyasî ye. Yek ji mijara din divê em di nava malbatê de hewl bidin zarokên xwe fêrî xwendina pirtûkan û rewşenbîriyê bikin.”

Dara qala kêmbûna xwendinê ya di nava civanan de jî kir û ev anî ziman: “Tevnên dijîtal ciwan xistiye kontorlê. Di asta teknolojiyê de pêşketin bi ciwana nre heye, lê divê li gel pêşketina teknolojiyê divê girîngî bidin bi xwendina pirtûkan jî. Ciwan bi xwendinê dikarin bibin xwedî siberoj û kar.”

Dara îşaret bi wê yekê kir ku ne tenê li Kerkûk û Iraq li tevahî Rojhilata Navîn û welatên Ereban asta xwendina pirtûkan pir kêm bûye.”

Rojnamevan Mihemed Tahîr anî ziman ku her çendî asta teknolojiyê zêde dibe, li gel wê divê asta xwendinê jî zêde bibe. Tahîr diyar kir ku asta xwendinê ne tenê li herêma wan belkû li cîhanê tevahî kêm bûye.

Tahîr da xuyakirin ku berê xwendekar li pirtûkan digeriyan ji bo asta xwe ya rewşenbîrî berfireh bike û got: “Erka Wezareta Rewşenbîrî ye ku ji bo asta xwendin û rewşenbîriyê di nava civak êde zêde bibe, bikeve nava hewldanan. Lê mixabin wezaret di vê yekê de xemsar e. Divê di serî de hemû rewşenbîr, mamoste, nivîskar, nivîskar û her kes girîngî bide xwendinê ji bo asta xwendin û rewşenbîriyê di nava civakê de zêde bibe.”