Wezareta Pêşmergeyan li pêşberî gotinên wezîrê Tirk 'şaş' ma

Wezareta Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew li pêşberî gotinên wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar 'şaş' mane ku hebûna Kurdistanê înkar dikir.

Rayedarên dewleta Tirk ku her gav û firsendê hebûna Kurd û Kurdistanê înkar dikin, vê carê bi devê Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar heman helwesta înkarê nîşanda.

Wezîrê rejîma AKP-MHP'ê Hûlûsî Akar di civîneke parlamentê de îdîa kiribû ku "li nava Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê cihekî bi navê Kurdistanê nîne".

Wezareta Pêşmergeyan têkildarî vê înkara wezîrê Tirk daxuyaniyek da û li hemberî vê înkarê 'şaş' ma.

Di daxuyaniya wezaretê de hate bibîrxistin ku wî wezîrê Tirk serdana Herêma Kurdistanê kiriye û got, "Ji me re nabêje ew cihê wî serdan kiriye ku ye û navê wî çi ye?"

Balkêş e ku ku ev gotina wezîrê Tirk wekî ku cara destpêkê be hatî gotin, li cem wezareta pêşmerge bûye cihê ‘şaşmayînê’. Lê bi sedan car berpirsên dewleta Tirk heman gotin kirine û hebûna Kurd û Kurdistanê înkar kirine.