Wezareta Pêşmerge: Di êrîşa DAÎŞ’ê de 3 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê têkildarî êrişa şeva borî ya DAIŞ’ê li Pirdê li dijî pêşmergeyên Herêma Kurdistanê pêk anî daxuyanî da, ragihand ku 3 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane, 2 jî birînar bûne.

Şevê din saet derdora 00.30’an de li nêzî gundê Qayabaşî yê girêdayî navçeya Pirdê ya Kerkûkê DAÎŞ’ê êrîşî benda Pêşmergeyan kir. Di êrîşê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê tekildarî êrîşê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di encama hebûna valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Artêşa Iraqê de, terorîstên DAÎŞ’ê êrîşî çeperek Lîwaya 10 a Piyade ya li bilindahiyên Zûrgeziraw a li sînorê Mîhwera Pênc kir. Hêzên Pêşmerge bersiva êrîşê dan û terorîst reviyan.

Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê her dem amade ne. Kiryarên dirindane yên terorîstan, nikarin ewlehî, aramî, asayîşa Herêm, navçeyê û xelkê Kurdistanê  têk bide. Me berî niha çend caran hişyarî li ser metirsiyên terorîstên li wan deveran ku valahiya ewlehiyê têde heye dabû. Mixabin terorîst ji vê vahiya di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de heye derfetê dibînin. Ji ber vê yekê em piştrast dikin ku pêwîstiya wan deveran bi hêza hevbeş, hevkarî û hemahengiyeke giştî û hemû aliyane ya ligel artêşa Iraqê heye. Em ji terorîstan re radigihînin ku hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê wê her dem bi tundî bersiv bide wan êrîşan. Em bawerî didin xelkê Kurdistanê ku asayîşa Herêma Kurdistanê weke her dem wê parastî be.”