Wesayîteke çeteyan hate îmhakirin
Şervanên QSD’ê li xaçerêya El-Ecrawî wesayîteke çeteyan îmha kir. Her wiha di encama derbeyên balafirên koalîsyonê de jî, bi dehan çete hatin kuştin.
Şervanên QSD’ê li xaçerêya El-Ecrawî wesayîteke çeteyan îmha kir. Her wiha di encama derbeyên balafirên koalîsyonê de jî, bi dehan çete hatin kuştin.
Li xaçerêka El-Ecrawî ya li taxa El-Weheb a rojhilatê bajarê Tebqayê di derdora saet 17.30′an de, wesayîteke çeteyan a ku 4 çete tê de bûn, ji aliyê şervanan ve hat îmhakirin.
Her wiha di encama derbeyên balafirên koalîsyona navneteweyî ên li derdora taxa El Weheb û bakurê rojavayê Tebqayê de jî, bi dehan çete hatin kuştin, gelek çek û cebilxaneyên wan ketin destê şervanan.
Li herêmê şer didome.