‘Weşangeriya Kurdî di serdemek krîtîk û dîrokî de ye’

Xwediyê Weşanxaneya J-J Azad Zal diyar kir ku weşangeriya Kurdî di serdemkî krîtîk û dîrokî de ye û got, divê weşangeriyên Kurdî li gorî vê serdemê xwe ji nûve dîzayn bikin.

Di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de "perwerdehiya bi zimanê zikmakî" bi awayekî taybet hatiye destnîşankirin. Lê belê, li Tirkiyeyê bi salan e Kurdî tê çewisandin. Li Tirkiyeyê di nava salên dawî de gelek dibistanên taybet ên Kurdî hatin girtin, radyo, rojname, televîzyon û ajansên nûçeyan ên bi Kurdî weşana xwe dikirin bi KHK'yan hatin girtin. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê zexta li ser weşanxaneyên Kurdî jî di asta herî jor de ye, her wiha pirtûkên Kurdî tên qedexekirin.
 
Xwediyê Weşanxaneya J-J Azad Zal, zext û zoriyên li ser Kurdî nirxandin û anî ziman ku dewlet bi polîtîkayeke çewisîner bi ser Kurdî û weşangeriya Kurdî ve diçe û divê Kurd xwedî li weşangeriyên Kurdî derkevin. 

‘WEŞANGERIYA KURDÎ DI DEMEK KRÎTÎK DE YE’

Zal anî ziman ku weşangeriya Kurdî di demekî krîtîk de ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di vê serdema girîng û krîtîk de pêngavek nû ji bo weşangeriya Kurdî pêwîst e. Ne tenê weşangeriya Kurdî, weşangeriya Gerdûnê jî di vê xeteriyê de ye. Li aliyekê zextên li ser ziman û li aliyê din jî pêşketina tekonoloyê, weşangeriya Kurdî dixe xeteriyê. Weşangeriya niha em tê de ne kaxide, lê her ku diçe tekonolojî pêş dikeve û civak ji kaxidê dur dikeve. Li her derê tekonolojî belav bûye û civak teknolojiyê bikartîne, êdî pirtûk, rojname û kovarên tên çapkirin nayên xwendin. Civak ji kombers û telefonê pirtûk û rojnameyan dixwîn e. Divê hemû Weşangeriyên Kurdî li gorî vê rewşê xwe ji nûve dîzayn bikin. Li hinek cihên dinyayê, hinek weşanger li gorî vê serdema tekonoloyê tevdigerin. Li gorî vê serdemê pirtûkên dijîtal û bi deng tên derxistin. Divê weşangeriyên Kurd xwe di vê serdemê de jî pêş bixe.”

ZEXTÊN LI SER WEŞANGERIYÊ

Zal bal kişand li ser zextên li ser weşangeriya Kurdî û wiha dom kir: “Li Tirkiyeyê zextên dijwar li ser weşangeriyê hene. Li aliyekê zextên dewletê yên ku naxwaze weşangeriya Kurdî pêş bikeve, li aliyê din rewşa siyasî ya Kurdan. Dewlet gelek astengiyên cuda li ser weşangeriyê dike. Deskeftiyên bi têkoşîn û berxwedanê hatine destxistin diwazin bi çewisînin. Gelek berhemên Kurdî ji aliyê hikûmetê ve hatine qedexekirin û gelek sazî û dezgeyên Kurdî jî hatine girtin. Her wiha qedexeyên li ser belavkariyê jî di asta jor de ye û di aliyê aboriyê de jî dixwazin pêşiya weşangeriya Kurdî bê girtin. Em weke weşangeriyên Kurdî dixwazin li tevahiya Kurdistan, Tirkiye û dinyayê pirtûkên xwe belav bikin. Lê mixabin em rastî qedexe û astengiyan tên. Dezgehên belavkariyê yên Tirkiyeyê bi hinceta êrîşên nîjadperestî, pirtûkên Kurdî nastînin. Sedema vê jî zextên dewletê yên li ser civakê ye. Em jî bi hêza xwe cihên ku dikarin xwe bigihîninê pirtûkên xwe belav dikin.” 

‘KRÎZA ABORIYÊ XWE LI WEŞANGERIYÊ DA’

Zal da zanîn ku krîza aboriyê ya li Tirkiyeyeyê xwe li waşangeriya Kurdî jî da û wiha pê de çû: “Demek dirêje li Tirkiyeyê krîzek aboriyê û siyasî heye û ji vê krîzê jî her kes bandor dibe. Divê serdema dawî de bandora herî zêde jî li weşangeriya Kurdî kir. Buhayê kaxidê bilind bû û weşanger nikarin pirtûkan çap bikin. Ji ber zextên hene û krîza aboriyê weşangeriya Kurdî paş de çûye. Di aliyê çapkirin û balavkirinê weşangerî rojên gelek teng û dijwar dijî. Li Tirkiyeyê balavkarî gelek kêm bûye û tenê niha weşanger xwe li fuaran nîşan dide, ew jî gelek kêm e û mesrefa wê zêdeye. Krîza aboriyê li serê civakê belayek mezin aniye. Êdî hatiye asta ku mirov nikare pirtûkek bistîne û bi xwîne. Li welat jiyan û aborî di xeteriyek mezin de ye. Civak ketiye derdê zik têr kirinê.”

‘XWÊNERÊN KURDÎ ZÊDE DIBIN’

Zal destnîşan kir ku xwendekarên Kurdî dixwînin her ku diçe hejmara wan zêde dibe û ev jî ji bo Weşangeriya Kurdî şanaziyek mezin e.  Zal bilêv kir ku weke weşanger berê xwe dane xwêneran û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Em weke weşanger xwe li gorî xwîneran pilansaz dikin. Xwînerek li kûderê hebe em ê xwe bigihînin xwêner. Xwênerên biwazin hiş û fikrên xwe bi xwendinê xwedî bike em li gel wanin û heta dawiyê em ê bi wan re bibin alîkar. Ji bo xwînerên xwe em hewldidin pirtûkên baş û hêja derxin. Her çiqas em dixwazin xwe pêş bixin lê ji ber krîza aboriyê derbe li me xwariye em kêm dimînin. Ez dikarim bibêjim hemû Weşangeriyên Kurdî ketine asta kirtîtîk. Hinek rawestiyan û hinek weşangeriyan jî dest ji kar berdan.”