Weqfa Tahir Elçî hate avakirin

Li ser navê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku li Sûrê hatibû qetilkirin “Weqfa Tahir Elçî” hate avakirin.

Li navçeya Sûr a Amedê sala 2015’an li pêşiya Minareya Çar Ling Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hatibû qetil kirin. Li ser navê Tahir Elçî “Weqfa Tahir Elçî” hate avakirin. Hevsera Tahir Elçî Turkan Elçî, gelek parêzer û malbatên Roboskî beşdarî vekirina weqfê bûn.

Sînevîzona ku qada têkoşîna hiqûqê ya Tahir Elçî dike hate nîşandan. Piştre Damezrînera Weqfê û Seroka Desteya Rêveberiyê Turkan Elçî axivî û qala armanca weqfê kir.