Weqfa Ensar çav berdaye Wanê

Weqfa Ensar ku bi îstîsmarkirina zarokan tê naskirin û nêzî AKP'ê ye, li Wan û navçeyên wê şaxên xwe vekir û ji bo hilbijartinên xwecihî dest bi kar kir.

Weqf û komeleyên nêzî AKP'ê, bi nêzîkbûna dema hilbijartinên xwecihî re zend û bendê xwe ba dan. Ev weqf û komele di bin navê qursên Quranê û sohbetên olî de zarok, ciwan û jinan dixin xefika xwe. Yek ji wan jî Weqfa Ensarê ye. Saziyên bi navê Weqfa Ensar, ÎHH, ÎMD, ÎHYA-DER, Başak-Der, Nakşîbendî û Suleymanci ku pişta xwe dispêrin AKP'ê, hema bêjin li her kolanê şaxên xwe hene. Weqfa Ensarê ya nêzî AKP'ê ku navê wê bi îstîsmarkirina zarokan derket, li navenda Wanê û navçeyên wê karê xwe zêde kir. Endamên weqfê bi navê 'sohbet'ê diçin nava malan û kar dikin.

Welatiyekî ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest navê eşkere bike got, "Her şevê diçin malekê. Mirovan li malan kom dikin û karê hilbijartinên xwecihî dikin. Mîna endamên AKP'ê dixebitin û daxwaza dengan dikin. Em aciz in ku ew li vir kar dikin. Ji ber ku tiştên ku van berê kirine, tiştên qirêj e. Ol bi kar tînin û bi vî rengî hewl didin bandorê li mirovên me bikin. Bila kes ji van bawer nekin û zarok û ciwanên xwe jî neşînin saziyên van."

'CEMAET MÎNA TEVNEKÊ LI KURDISTANÊ BELAV DIBIN'

Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Osman Nûrî Gulaçar, beriya hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîranê Serokê Şaxê Wanê yê Weqfa Ensarê bû. Piştî ku hejmara cemaet û weqfên AKP'ê li bajêr zêde bûn, îstîsmarkirina zarokan, kuştina zarokan û zewicandina di emrê zarokatiyê de zêde bûn.

Ev weqf û cemaetên ku bi îstîsmarkirina jin û zarokan tên askirin, bi taybetî li bajarên Kurdistanê bi desteka AKP'ê û dewletê kar dikin. Mîna tevnekê li Kurdistanê belav dibin. Weqf, cemaet, terîqet û komeleyên ku piştgiriya dewletê li Wan û navçeyên wê tevdigerin, ol bi kar tînin û hewl didin gel îstîsmar bikin. Bi taybetî jî li ser zarok, ciwan û jinan kar dikin.