Wêneyên êrîşa PDK'ê ya li dijî Êzidiyan
Nûçegihanên ANF'ê wêne û dîmenên êrîşa hêzên PDK'ê ya li dijî Êzidiyan kişandin. Di êrîşê de jinek hat kuştin, 10 kes jî birîndar bûn.
Nûçegihanên ANF'ê wêne û dîmenên êrîşa hêzên PDK'ê ya li dijî Êzidiyan kişandin. Di êrîşê de jinek hat kuştin, 10 kes jî birîndar bûn.
Êzidiyên li bajarokê Xanesorê yê Şengalê li hev civiyan, ji bo şermezarkirina êrîşên PDK'ê meşiyan.
Lê belê hêzên PDK'ê bi çekan û bombeyên gazê êrîşî meşvanan kirin. Ji ber vê êrîşê, herêm veguherî qada şer.
Di encama vê êrîşê de endama meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Naîf Qaval jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.
Balkêş e bû, di nava çeteyên PDK'ê yên êrîş kirin de, gelek kesên rûyê wan bi maske girtî bûn, hebûn.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan jî eşkere kiribû ku êrîşa li Şengalê ji aliyê wan ve hatiye amadekirin. Ji xwe derketibû holê, koma PDK'ê ya ku navê 'pêşmergeyên rojava' li xwe kiriye, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine perwerdekirin.
Vaye wêneyên êrîşa çekdarên PDK'ê ya li dijî Êzidiyan..