Wêneyên Avesta Xabûr Qendîlê dinexşîne

Welatiyê Binarê Qendîlê Xalid Hewlêrî yê ku bi salane posterên şehîd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qendîlê li ser rê çêdike, vê carê jî posterê sembola Berxwedana Serdemê ya Efrînê Avesta Xabûr çêkir.

Welatiyên Binarê Qendîlê Xalid Hewlêrî ku bi salan e bi posterên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şehîdên PKK’ê li Qendîlê dinexşîne, vê carê jî posterê şervana YPJ’ê Avesta Xabûr a bûye Sembola Berxwedana Serdemê li qada rêya gundê Enzê yê Binarê Qendîlê çikiland.

Hewlerî salên dirêje ku vî karî dide kirin, sala 2013’an posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi heman şêwazî li Qendîlê çêkiribû. Dîsa sala 2015’an jî wêneyê yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) amade kiribû. Herî dawî bi êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê re, şervana YPJ’ê Avesta Xabûr a ku ji bo pêşî li êrîşên hov û dagirker bigire çalakiya canbexşane lidar xistibû. Ev berxwedan hişt ku Xalid Hewlêrî posterê vê lehenga bûyî sembola Berxwedana Serdemê li Binarê Qendîlê çêbike. Hewlêrî têkildarî vê xebatê ji ANF’ê re axivî.

‘BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA WAN BÛYE HÊVÎ’

Xalid Hewlêrî wiha got: “Berxwedana li Efrînê ji bo me tevahî gelê Kurd bû sembol û çavkaniya hêviyê. Bi taybet şervanên jin ji Berîtan, Zîlan, Zekiye Alkan heta Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye. Ev şervanên jin ji bo me hêza moralê ye û dîrokek ava dikin. Niha li Efrînê berxwedaniyek mezin heye û ev berxwedanî 56 roj li pêy xwe hiştiye. Bêguman ev berxwedanî li ser şop û rêça van şehîdên mezin dimeşe. Ez jî hewl didim bi rêya huner, siyaset û birdozî her wiha çi ji destê min tê piştevaniya xwe raber bikim.”