Welatparêzê şehîd Îqbal Muradî hate bibîranîn

Li Pêncewînê bi boneya 3’emîn salvegera şehadeta welatparêzê Kurd Îqbal Muradî merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Her sal ji bo bîranîna wî merasîm tên lidarxistin. Îsal jî welatparêzê şehîd Îqbal Muradî li ser gora xwe hate bibîranîn.

Li goristana Pêncewînê merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hate destpêkirin. Beriya merasîm dest pê bike deqîqeyek rêz ji bo şehîdên rêya azadiya Kurdistanê hate girtin. Gelek kes tevlî merasîmê bûbûn.

Li ser navê malbata Şehîd Îqbal hevjîna Şehîd, Emîne Muradî axivî û got: “Di serî de bixêrhatina hemû kesên amade dikim û bejna xwe li hemberî hemû şehîdên rêya azadiyê ditewînim û di kesayeta şehîd Îqbal de hemû şehîdan bi bîr tînim. Em malbata şehîd serê me bilind e ku di vê rêya pîroz de me şehîd daye. Dijminên gelê Kurd rûreş û şermezar dikim. Dijminê gelê Kurd her roj bi balafiran êrîşên tirsonekî li ser gelê me dike û wisa dihizire ku wê gelê Kurd qir bibin. Lê bila baş bizanibin, her roja ku em şehîdekî didin em bihêztir dibin û li qadên şer gurtir dibin.”

Emîne bang li Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistan kir ku li hemberî dagirkeran xwedî helwest bin û wiha berdewam kir: “Bêdengiya xwe ya li hemberî êrîşan bişkînin. Êdî bes e, alîkariya dijminan nekin, pêwistiya me bi yekîtiyê heye, bi yekîtiya me wê dijmin nikaribe zarokên me qetil bikin. Azadî ji bo hemû girtiyên siyasî û ji bo Rêberê Netewî Rêber Apo û serkeftinê ji bo herçar aliyên Kurdistanê dixwazim.”

Endamê Meclîsa KODAR’ê Aram Sine jî di merasîmê de axivî û diyarkir: “Îroj ji bo bîranîna şehîdê mezin Şehîd Îqbal em li hev kom bûne. Em soza xwe ji hemû şehîdan re dubare dikin ku em ê li ser rêya wan bimeşin ta ku em bighîjin armanc û hêviyên wan. Hêzên desthilatdar êrîşekî topyekûn li ser gelên Kurdistanê bi rê ve dibin, lê li hemberî van êrîşan me di navbera çiya û bajaran de, di navbera gel û gerîla de û di navbera şoreşgerên welatparêz û şoreşgerên çiya de bi şêwazekî şoreşgerî yekparetiyek ava kir. Li her çar aliyên Kurdistanê me şehîdên welatparêz dane, yek ji wan jî şehîd Îqbal e, şehîd Kemal Pêncewînî ye. Erk û berpirsiyartiya li ser milê şehîd Ferzad Kemanger û şehîd Ferhad de bû, îro li ser milê şehîd Îqbal û Kemal bû. Rêya azadiya Kurdistanê ew e ku welatparêz di astekî şoreşgerî de erk rake û tekoşîneke şoreşgerî bike.”

Aram Sine di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û soza xwe ji hemû şehîdan re dûbare kir.

Piştî axaftinan li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Karwan Seqizî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de kesayeta şehîd Îqbal Muradî û têkoşîna wî ya salan hate bibîranîn û soza şopandina rêya şehîd Îqbal û di kesayetiya wî de ya hemû şehîdên doza azadiyê hate dayîn. Di heman demê de bal hatibû kişandin li ser êrîşên hovane yê dijminan a li ser Kurdistanê û hatibû gotin ku di wan êrîşan de her tim azadîxwaz û welatparêzên Kurdistanê dikin hedefa xwe û wan şehîd dixin.

Îqbal Muradî ji bajarê Merîvan a Rojhilatê Kurdistanê ye, ji destpêka ciwantiya xwe ve her tim bi erka xwe ya welatparêziyê radibe. Demên dawî ji ber zexta rejîma Îranê koçî Başûrê Kurdistanê kiribû; Muradî li vir Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û hê bêhtir dikeve nava kar û xebatan. Bi taybetî di warê têkoşîna mafê mirovan de çalakgerekî jîr û kêrhatî bû. Hêzên tarî yên girêdayî rejîma  Îranê xwe li vê xebatên medenî û mafdar ên Muradî negirt û 17’ê Tîrmeha 2018’an bi şeklekî hovane li herêma Çemê Eliyawe ya dikeve nêzî navçeya Pêncewîn a Başûrê Kurdistanê ew qetil kir.

Muradî bavê girtiyê siyasî Zaniyar Mûradî ye ku di girtîgehên rejîma Îranê de hatibû darvekirin.