Welatiyên Qendîlê: Dewleta Tirk wê nikaribe me ji gundên me derbixe

Gundiyên Sûredê ku dewleta Tirk bombe li gundê wan barand gotin, “Em ê gundê xwe vala nekin.”

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja 22’ê Kanûna 2018’an bombe li gundê Sûredê yê Qendîlê barandin. Gundiyên ku di êrîşê de malên wan hilweşiyan ji ANF’ê re axivin. Gundiyan ev peyam da; “Dewleta Tirk sivîlan dike hedef. Dixwazin li gundan koçberiyê pêk bînin lê em ê gundê xwe terk nekin.”

‘LI VIR WELATIYÊN SIVÎL DIJÎN’

Gundiyê bi navê Mam Xidir ku di êrîşa hewayî ya balefirên şer ên dewleta Tirk de mala wî hilweşiyayî ji gundê Sûredê dayik bûye û mezin bûye. Mam Xidir 90 salî ye û diyar kir ku ev 90 sal e li vî malê  dijî. Mam Xidir ev tişt gotin;

“Di encama bombebaranê de mal, baxçe û hemû darên fêkiyan tune bûn. Dewleta Tirk dibêje ‘me li gêrîla’ da lê ev cih warên sivîlan e. Li vir tu gerîla nîne û dewleta Tirk bi vê bombebaranê dixwaze bi zorê gel koçber bike.”

‘BERHEMÊN 90 SALÎ TUNE KIRIN’

Berhem û bîranînên min ên 90 salî di vê malê de bûn lê di encama bombebaranê de hemû tune bûn. Televîzyon, mehfûr, nasnameya min a di odê de hemû tune bûn. Bi keda destê xwe pereyê ku min kom kirî hemû tune bû. Li derdora min binêrin hûn ê hemû tiştî bibînin û hemû tiştên min tune bûn. Ji aliyê rejîma Baasê ve 5 caran mala min hate hilweşandin û bi vê re bû cara 6’an. Lê bi vê bombeberanê re hemû tiştên min tune bû. Tenê ez mame. Wê şevê ez çûm li gel cîranê xwe û mala min hate bombebaran kirin. Ev 90 sal e ez li vir dijîm. Tirkiye bi vê êrîşê min hedef nagire her roj li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşî Kurdan dike. Li dijî van êrîşan yekîtiya Kurdan şert e. Lê bila baş bizane ku îro êrîşî me dike wê sibê ev bi awayekî mezintir li wî vegere. Jiyana mirov ne di destê ferdan de ye di destê Xwedê de ye. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze Kurdistanê vala bike. Bila nefikire ku bi van êrîşan em ê koçber bibin. Em ê heta emrê xwe yê dawî li ser xaka xwe bimînin û tu deran ve naçîn.”

‘EWLEHIYA CANÊ ME TUNE YE’

Gundiya bi navê Hamîn Kak Mihemed ku di êrîşê de bi sivikî birîndar bûyî ev tişt gotin;

“Dixwazin me ji jiyanê bêpar bihêlin lê em naxwazin dev ji vê xakê berdin. Dema ku bombe li vê derê hatin barandin ji ber zerara çêbûyî min rêya mala xwe nas nekir. Zarokên min ji ber êrîşan ditirsin. Ewlehiya canî ya me tuneye. Em dixwazin li vê xakê bijîn û divê ev êrîş jî bêne rawestandin. Em li vir jidayikbûne û mezin bûne. Em naxwazin dev ji vê xakê berdin.”

‘EM MIROVÊN SIVÎL IN’

Gundiyê bi navê Îbrahîm Mehmet Emîn Resûl jî ji ber êrîşê zirarekî maddî gihiştê. Îbrahîm Mehmet Emîn Resûl diyar kir ku dema êrîşê li mala xwe bûye û wiha domand; “Mala me hejiya, pencereyên me man nava toz û dumanê de. Em mirovên sivîl in ku di rewşa heyî de dijîn. Heta niha tu zirarekî me ne gihiştiye kesê. Dixwazin bi zorê me koçber bikin. Ger em biçin bajaran em nikarin xwe xwedî bikin.”