Welatiyên Mexmûrê, xwe spartin Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî
Piştî şerê di navbera hêzên Iraq, Heşdî Şebî û pêşmergeyan de welatiyên bajarokê Mexmûrê, koçî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirin.
Piştî şerê di navbera hêzên Iraq, Heşdî Şebî û pêşmergeyan de welatiyên bajarokê Mexmûrê, koçî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirin.
Li bajarokê Mexmûrê di saetên sibê de di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî yên girêdayî wê şerekî dijwar rû da. Ji ber şerê li herêmê welatiyên bajarokê Mexmûrê xwe spartin Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Welatiyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî li ser navê Meclîsa Gel a Wargehê pêşwaziya koçberan kir û welatiyên sivîl li cihên ewle bi cih kirin.