Welatiyên Kobanê li dijî dagirkerî û îxanetê meşiyan

Şêniyên herêma bejahî ya rojhilatê Kantona Kobanê, li hemberî dagirkerî û îxanetê meşek li darxistin.

Bi sedan kesên ji gundê Xirabreşkê ku qadeke bejahî yê rojhilatê Kantona Kobanê ye ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê, hatin cem hev û meşek li darxistin.

Gel bê navber dirûşmeyên “Bimire xayîn, bimire faşîzma Tirk”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Serkeftin ya gerîla ye” û “Ji Rêbertî re azadî” berz kirin.

‘DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI PKK’Ê DERKEVE’

Meş heya navenda navçeya Çelebî dom kir. Li vir endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce, bal kişand li ser rolê gerîla ya di parastina gelê Kurd de û îxaneta PDK’ê ya li hemberî gelê Kurd şermezar kir.

Ehmed Xoce destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî berdewam e û tê xwestin Kurd bi rêbazên cûda bên tune kirin.

Xoce axaftina xwe wiha domand: “Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji avabûna xwe heyanî niha, jI bo gelê Kurd di nava aramî û ewlehiyê de bijî, li hemberî hêzên desthilatdar şer dike. Niha ji bo PKK serbikeve, roja piştgiriya Kurdan ya ji bo PKK’ê hatiye.”

Ehmed Xoce hişyarî da ku kesên li doza Kurdan îxanet kirî û got ku divê baş bizanin ku dawiya îxanetê ne başe.