Welatiyên Kerkûkê heqê xwe dixwazin

Hikumetên Bexda û Hewlêrê li ser petrola Kerkûkê li hev kirin, lê welatiyên Kerkûkê jê bêpar kirin.

Li gorî hejmara 21’ê ya yasayî ya hiqûqa Iraqê ya sala 2008’an derketî, her bajarê ku petrol jê bê derxistin serê her varêlekê 5 dolar ji bo bajar tê veqetandin. Ev yasa di sala 2013’an de li parlementoyê hate dengdan da ku carekî din bikeve meryetê.

Li gorî wê buceya hatî diyarkirin, li bajarê Kerkûkê bi sedan proje ketin meryetê û nêzî 6 hezar welatiyên Kerkûkê wê li saziyên hikûmetê bi mehmûrî dest bi kar bikirana. Lê mixabin piştî salekê ev yasa hate betalkirin û sekinandin. Li ser vê yekê bi dehan projeyên li ser kar bûn hatin rawestandin û ew kesên ku li van projeyan de kar dikirin bê kar man.

LI HEV KIRIN, WLATÎ BÊ PAR KIRIN

Çend roj berê Hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê ragihandin ku li ser petrola Kerkûkê li hev kirine. Mixabin ji vê petrola ku bê derxistin welatiyên Kerkûkê bê par in.Welatiyên herêmê jî daxwaz dikin ku ev yasa careke din bikeve meryetê da ku ser her varêlekê 5 dolar ji bo Kerkûkiyan bimîne ku di warê xizmetgûzariya bajar de bê bikanîn.

DÛXAN JI BO KERKÛKIYAN MAYE

Welatiyê Kerkûkê yê li Zanîngehê Beşa Berperdehiyê qedanî Husên Sebah bal kişand dema ku xwendina xwe biqedîne hêviya wî ew bû ku karekî bike. Bi ketina meryetê ya yasayê re dest bi kar kir. Lê bi rawestandina vê yasa û projeyên kar re, bê kar maye.

Sabah diyar kir ku bi gelek rêbazan petrola Kerkûk tê firotin lê tenê ji bo welatiyên Kerkûkê yasaya petrolê ya Kerkûk ji bo wan sûdmend bû. Sabah got: “Ew yasa jî niha rawestiyaye, tenê ya ji bo welatiyên Kerkûkê mayî dûya petrolê ye.”

Rêveberiya Saziya Ava Kerkûk yek ji cihê kar ê herî zêde karker bi yasaya petrol dolar hatibûn bicihkirin, lê belê piştî rawestandina vê yasayê, kar hate sekinîn û ev yek jî bû sedma karmend dev ji karê xwe berdin.

BERSIVEK JI BO KETINA MERYETÊ NEHATIYE DAYÎN

Rêveberiya Saziya Ava Kerkûkê Şehab Hekîm da xuyakirin ku niha bi sedan ciwanên ku zanîngeh qedandin hene û bê kar in, her wiha weke kargeh jî pêwîstiya wan bi dehan karmendan heye ji bo kar di vî warî de bikin. Her çendî bi dehan car wan serlêdan li wezaretên peywendîdar kiriye ku yasaya petrol dolar carekî din bikeve meryetê, lê ti bersivek nehate dayîn.

‘WELATÎ BÛNE QÛRBANÊ BERJEWENDIYÊN ALIYÊN SIYASÎ’

Endamê Encûmena Tevgera Azadî Eskender Selîm jî anî ziman ku Kerkûk bajarê duyemîn e di Iraqê de, lê mixabin welatiyên vî bajarî bûne qûrbaniyên aliyên siyasî. Kesên ku dixwazin tiştekê bikin tenê ji ber dewlemendiyên sererd û bin erd ên bajar e. Ew hêzên ku Kerkûk bi rê ve dibin, ti xizmetek ji bo gel nekiriye, petrola wan firotine û dûxana wê dane wan.”

‘JI BO RÊGIRIYA CIWANAN A KOÇBERIYÊ….’

Selîm diyar kir ku ev yasa ji bo welatiyên herêmê deravekî yê jiyanê bû û got: “Eger ev yasaye dîsa bikeve meryetê wê bi hezaran welatî derfetê karkirinê bidest bixe, wê pêşî li koçberiya ciwanan a ber bi welatên din ve jî bigire.”