Welatiyên Bane li dijî krîza ava vexwarinê çalakiyek lidarxistin

Baneyiyan ji ber krîza ava vexwarinê çalakiyek lidarxistin, nerazîbûna xwe nîşan dan û ji bo çareserkirina wê îmze kom kirin.

Ji ber ku ev demek e ava vexwarinê ya li Bane ne baş e û bûye krîz, berpirsên pêywendîdar heya niha tu hewldanekê ji bo çareserkirina wê pêş nexistine. Gelek welatî û çalakvanên xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê li ser banga Encûmena Pajîn çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin.

Çalakî li parka navendî ya bajêr hat lidarxistin.

Çalakvanan ligel ku nerazîbûna xwe anîn ziman, ji bo ku daxwazên xwe ragihînin û werin pêkanîn îmze kom kirin.

Ev çend meh in pirsgirêka nebaşbûna ava vexwarinê şêniyên Bane bi zehmetiyan re rû bi rû kiriye û heya niha rayedarên rejîma Îranê ji bo çareserkirina wê ti xebatek nekirine.