Welatiyên Bakurê Kurdistanê li Silêmanî ketine grevê

Çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteka ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven roj bi roj zêde dibin. Welatiyên Bakurê Kurdistanê yên li Silêmaniyeyê ne, bi heman armancê dest bi grevê kirin.

Encûmena welatiyên Bakurê Kurdistanê yên ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk koçber bûne, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo destekkirina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku 38 roj in di grevê de ye li Navenda Karkerên Mezopotamya ya Silêmanî dest bi çalakiya grevê kirin.

Endamê Encûmena Welatiyên Bakurê Kurdistanê Fexrî Rûnî ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurdistanê û şidandina tecrîdkirina Ocalan. Fexrî Rûnî got, "Hem ji bo bidawîkirina tecrîdê û hem jî ji bo piştevaniya Leyla Guven a li dijî tecrîdê 38 roj in di grevê de ne, me dest bi çalakiyê kiriye. Em Encûmena welatiyên Bakurê Kurdistan ên li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne li Navenda Karkerên Mezopotamya dest bi çalakiyê kiriye. Daxwaza Guven daxwaza me ye jî."

Rûnî anî ziman ku wê çalakiya wan 2 hefteyan dewam bike û destnîşan kir ku divê hemû gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk xwedî helwest bin.