Wekîlên Kurd ên li Îranê ji bo Rojava nameyek ji NY re şandin

Parlamenterên Kurd ên li parlamenta Îranê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku pêşî li gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bîne.

Wekîlên Kurd ên li parlamenta Îranê li dijî gefên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres re şandin.

Parlamenterên Kurd di nameya xwe de bal kişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û gotin, "Dewleta Tirk bi alîkariya komên çete û erêkirina hêzên navdewletî dîsa dixwaze êrîşê Rojava bike."

Wekîlên Kurd her wiha qala êrîşa nîjadperestî ya li bajarê Sakarya yê Tirkiyeyê kirin ku di encamê de Kurdek ji ber Kurdbûna xwe hate kuştin û kurê wî jî bi giranî birîndar bû.

Di nameyê de hate ragihandin, bûyerên bi vî rengî çavkaniya xwe ji siyasetên bi kîn yên dewleta Tirk digire ku bi rêya belavkirina nîjadperestî û faşîzmê li wî welatî pêk tîne. 

Endamên Parlamenta Îranê bi bîr xistin ku dewleta Tirk êrîşê bajarên Bakurê Kurdistanê dike, nûnerên HDP'ê destgîr dike û heta axaftina bi Kurdî jî di civakê de qebûl nake.

Wekîlên Kurd ev siyasetên faşîstî yên dijî Kurdan şermezar kirin.

Di dewamiya nameyê de destdirêjiya dewleta Tirk li ser axa Iraq û Sûriyeyê hatiye mehkûmkirin û ew hewldan weke qirkirina Kurdan hatine nirxandin.

Di nameyê de ku ji Serkretêrê Giştî yê NY'ê Gûterres re hate şandin, sûcên ku dewlet û artêşa Tirk bi erêkirina hêzên navdewletî dike hatin şermezarkirin û ji NY'ê û alîgirên mafê mirovan hate xwestin ku nehêlin ew zilm û êrîşên dagirkeriyê li ser Kurdên Bakurê Sûriyeyê dewam bike.