Wekîlên HDP'ê yên Amedê jî ketin greva birçîbûnê

Parlamenterên HDP'ê yên Amedê jî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Parlamenterên HDP'ê yên Amedê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kirin. Çalakî li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya HDP'ê ya bajêr dest pê kir. Wekîlên Amedê Selçûk Mizrakli, Dersim Dag, Remziye Tosûn, Semra Guzel, Mûsa Farisogûllari û Salîha Aydenîz tevlî bûn. Wekîlên HDP'ê beriya çalakiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Parlamenter Selçûk Mizrakli daxuyanî da û bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 26'an de ye.

Mizrakli bal kişand ser êrîşa polîsan a li greva birçîbûnê ya li Mersînê û anî ziman, hikumeta AKP'ê bi vê zext û zordariya li çalakiyên aştiyane û çareseriyê dike, neçareseriyê ferz dike.

Mizrakli diyar kir, ji bo dengê çalakgerên li dijî tecrîdê bedena xwe danîne ber mirinê, dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dikin.

Mizrakli bang li desthilatdariya siyasî kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û got, "Em dixwazin bersiv ji vê daxwaza însanî re bê dayin û rêya çareserî û diyalogê bê hilbijartin. Eger di çalakiyên greva birçîbûnê de rewşeke neyînî biqewime, berpirsyarê vê hikumet e. Em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku guh bidin dengê ji girtîgehan bilind dibe û ji bo çareseriya pirsgirêkan rêya diyalogê vekirî bihêle."