Wekîlên HDP'ê ji bo Leyla Guven bang kirin

Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Mûrat Sarisaç û Mûazzez Orhan bi bîr xistin ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven 56 roj in dewam dike û bang li gel kirin ku hîn bi xurtî xwedî li berxwedana Guven derkevin.

Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan, 56 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye. Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Mûrat Sarisaç û Mûazzez Orhan berxwedana Guven û polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê ji ANF'ê re nirrxandin.

Sarisaç û Orhan diyar kirin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gefa li ser paşeroja gelên Rojhilata Navîn e û gotin, rêya aştî, azadî û demokrasiyê li Îmraliyê ye. 

Parlamenter Orhan bal kişand ser mafê gelan ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û diyar kir, qebûlnekirina vî mafî rê li ber raperîn û komkujiyan vedike. Orhan got, "Gelê Kurd ku gelê qedîm ê vê axê ye, li dijî polîtîkayên ku dîrok, ziman û çanda wan înkar û tine dike, 40 sal in têdikoşe. Birêz Ocalan gelek caran destê xwe yê ji bo aştiyê dirêj kir û pêşî li mirina mirovan girt. Dewleta ku ti carî dest ji polîtîkaya xwe ya înkar û tinekirinê berneda, her carê tiştek ji xwe re kir bahane û pêvajo xera kir."

Mûazzez Orhan diyar kir, AKP'ê 7'ê Hezîranê dît ku desthilatdarî ji dest dike, lewma dest bi şer kir û got, "AKP'ê mutabaqata Dolmabahçeyê danî aliyekî, hilbijartin betal kir û ji bo rejîma dîkta ya şexsekî bide rûniştandin, li dijî mûxalîfan hemûyan dest bi şer kir û têkiliya bi Birêz Ocalan re birî." 

GEL XWEDÎ LI DAXWAZÊN LEYLA GUVEN DERKET

Orhan bal kişand ser krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê û ragihand, Leyla Guven bi greva xwe ya birçîbûnê ku 56 roj in didome, rêya derketina ji kaosê nîşan daye û got, "Ev çalakiya Birêz Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan e. Tecrîd li dijî paşeroja gelên Tirkiyeyê, li dijî aştî, yekîtî, demokrasî û edaletê ye. Tecrîdkirina îradeya gelan e... 55 asteke krîtîk e. Pirsgirêkên giran û mayinde yên tenduristiyê rû didin. Ev bêdengî û xemsariya desthilatdariyê ne ya qebûlkirinê ye. Ev yek israra di şer û neçareseriyê de ye. Alîgirên demokrasî, aştî û wekheviyê divê guh bidin vî dengî. Xwedîderketina li vî dengî, xwedîderketina li aştiyê ye, li jiyaneke azad, bi rûmet û wekhev e. Gelê me jî xwedî li daxwazên Birêz Guven derketiye."

TECRÎD BI BERXWEDANÊ DIKARE BÊ RAKIRIN

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî greva bê dawî û bê dorveger a Leyla Guven bi bîr xist û got, "Ev çalakiya Birêz Guven qîrîneke serhildanê ye. Tevî ku roj bi roj civakî dibe, hîn negihaştiye asta têrker. Divê Kurd hemû li dijî vê sîstema ku Kurdan û îradeya wan nas nake, têbikoşin. Ji bo vê jî berxwedaneke xurt divê. Li Tirkiyeyê destûra bingehîn a sala 1982'an civak jinedîtî ve hat. Lê belê desthilatdariya heyî, hikumet AKP'ê bi kiryarên xwe ji destûra bingehîn a 82'an jî derbas kir."

Sarisaç bi bîr xist, Guven parlamenter e û cezayekî ku hatiye pejirandin lê nehatiye birîn û got, "Mînaka Enîs Berberoglû li pêşiya me ye. Li dijî Kurdan hiqûqeke din bi rê ve dibin. Kurd û ceza di heman hevokê de tên bikaranîn. Polîtîkaya hikumetê ev e. Faşîzm ancax bi berxwedana gel were têkbirin. Niha piştgiriyeke xurt ji greva birçîbûnê ya Guven re tê dayin û wê ev yek bibe sedem ku faşîzm paşve gavê biavêje. Lê belê wextê me kêm e. Niha 90 kes di greva birçîbûnê de ne û tê gotin ku wê ev hejmar zêde bibe. Ya rastî, divê civak hîn bêhtir xwedî li daxwazên Birêz Guven derkeve ku pêvajo bi ser bikeve. Eger daxwaza aştiyeke mayinde û civakî tê kirin, divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Aştî bi vî rengî dibe."