Wê li Kerkûkê refîneyek nû ya petrolê were avakirin

Wezareta Petrolê ya Iraqê, piştî dagirkirina Kerkûkê û şûnde ragihand ku wê refîneyek nû ya petrolê ava bikin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê wezaretê ve hatî dayîn, kargeha Kurt a Ranîa Internatîonal li ser refîneya nû li hev kirine. Tê plankirin ku refîneya nû ku bê avakirin wê rojane 70 hezar varêl petrol hilberîne.

Rêveberê Kargeha Ranîa Internatîonal Celal Hacî Ahmet, anî ziman ku wê refîneya nû li gorî kirîterên navneteweyî bidin avakirin.

Li Herêma Kerkûkê di rewşa heyî de refîneyek din niha kar dike. Refîneya mijara gotinê rojan e 53 varêl petrol dihilberîne.

Hikûmeta Irqê heta 2021’an di çarçoveya kapasîteya refîneyên petrolê de rojan e 500 varêl in, dike hedef ku bike 1,5 miyon varêl. Welat her salê ji firotina pertolê 2 milyar dolar xerç dike.