'Wê ferman dubare nebe, lê nayê jibîrkirin'

Tevî ku 3 sal di ser fermanê re derbas bûne jî, birînên Şengalê hê nehatine pêçandin.

Bi wesîleya nêzîkbûna salvegera 3. a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a bi se Şengalê ve rabû, endamê Asayişa Êzîdxanê Xidirê Şiyar El Esedî, qala serpêhatiya xwe kir. El Esedî ji ANF'ê re behsa wan rojên fermanê dike:

"3'ê Tebaxa 2014'an  dema çeteyan êrîş kirin destpêkê Sîba kirin hedefa xwe. Gelê Sîbayê bi saetan li hember dijmin sekinî û li ber xwe dan. Lê îmkanê wan ewqas nebûn ku berxwedana xwe berdewam bikin, berê sibê de neçar man û ew jî vekişiyan.

Me pişta xwe bi hêzên PDK'ê gelekî germ kiribû. Me got, ger dinya  jî xira bibe ew me terk nakin û narevin, lê heta em bi xwe hesiyan em firotibûn çeteyan û di nava xwe de hevpeyman jî îmze kiribûn. Ji ber reva wan,b i hezaran kes ketin destê DAIŞ'ê.

Dema derketina me ji malê me xwe bi demê re gihande çiya. Lê me dît gelek kes li paş me mabûn, li navenda bajêr bi doçkayê gelek ji wan  hatin kuştin. Dema ku me xwe gihande çiya em kêmek aram bûn, ew tirsa di dilê me de kêmekî şikest. Em 9 rojan li çiyan  man, her neh rojên me yên li çiyê, gelekî zor û zehmet bûn.  Di her milî de derfetên jiyanê kêm bûn, gel rezîl bû, xwarin nema û av jî li hin cihan de pir kêm bû.  Xwarina min bi xwe 2 rojan heşîrên ter bûn hîna ne stewiya bûn. Me ew dixwarin, em  neçar dibûn ku di me de kêmek hêz çêbibe û em karibin bimeşin û xwe bigihînin cihên bi ewle.  Bi dehan zarok ji tîna behecîn, gelek dayikan ji neçarî zarokên xwe ji ber bedena xwe avêtin, bi dehan  dayik û pîremêrên bi temen mezin li ber zinarên çiya jiyana xwe ji dest dan.

Hin  kes hebûn tenê wisa ji mala xwe derketibûn û berê xwe dabûne çiya. Tu pêwîstiyên xwe bi xwe re neanîbûn. Lê hin kes hebûn bi xwe re nan û av rakiribûn. Kesên ku gundên wan di destpêkê de êrîş birine ser wan  ti amadekariyen xwe nekiribûn, bes dema em wek aliyê Başûrê Çiya revîn me xeber da aliyê Bakur, ji wê xeberdana me kesên ku li aliyê Bakur diman ew qas zor û zehmetî  jî nedîtin.  Me her tişt ji wan re gotibû ku çete çawa wek hovan tên û gel qetil dikin û jin û dayikan ji xwe re dibin.

'TIŞTA HERÎ ZEHMET MIN DI FERMANÊ DE DÎT'

Civaka me ya Êzidî bi mêvanperwereya xwe di nava gelên din de tê nas kirin. Dema me nanek ji kesekî dixwest, wê demê nebû yan jî ne didan. Ew tişta herî bi zehmet bû ya min dîtî, yanî ew qas derfetên jiyanê kêm bûbûn civak bi xwe re ji cewherê wê derdixist. Jiyana mirovan ji jiyanê nedihate hesibandin, ew qas jiyan li ber çavên me tarî bûbû.

Dema ku me xebera vekirina rê bihîst em gelekî kêfxweş bûn. Her kesî berê xwe da rêka mirovahiye ya ku ji aliyê Şervanên Azadiye ve hatibû vekirin. Dema me Şervanên Azadiye dîtin nû me dizanî ku em ê carek bijîn, yan jî ew jiyan li ber çavê me reş bûyê cardin ronî dibû.

Em ji serê çiya heta bi sînorê Suriyeyê di bin wê germê de bi piyan çûn. Em gihan ser sînorê Rojava. Gelê Rojava bi rastî jî em nizanin çawa qenciya wan  ya li hember gelê me bînin ziman.  Ew hatin pêşiya me û bi hemû îmkan û derfetên xwe li ber gel sekinîn, ji wir jî her dera ku dixwestin ew dibirin li wir bi cih dikirin. Gelek kesan xwestin derbasî milê Başûr bibin, ew dibirin deriyê Sînor yê Sêmalka, gelek kesan xwestin ku li Rojava bimînin ew birin Kampa Newrozê.

Kesên ku li Başûr bi cih bûn cardin ketin bin zilma PDK'ê.  Her çiqas me xwest em xwe ji wan qut bikin û zilma wan ji ser gelê xwe rabikin, lê gelê me ne di wê ferqê de ye ku wan em firotibin.  Dema ku malbata me bi xwe li Başûr bû me dixwest em car cara xwepêşandanan bikin û daxwaza mafên xwe bikin em dihatin binçav kirin. Ew zilma ku li Şengalê li me kirin û bi hezaran dayik û jinên me dane girtin û kuştin. Xwestin li Başûr berdewamê bidenê, di zanin ku bi saya serê Şervanên APO'yî plana wan pêk nehat û cihê xwe jî negirt. Ji van sedeman gelek malbatan ji wargehên ku din bin desthiladariya wan de bûn reviyan û berê xwe dana axa xwe ya pîroz Şengalê.

BANGAWAZÎ

Bila gelê me êdî ji ti kesî bawer neke û berê xwe bide berxwedana Şengalê, cihê xwe di nava hêzên Êzîdxanê de bigire û bibe bersiv ji bo dijminê gelê xwe. Divê em ciwan dest bidin destê hev û em nehêlibin ku cardin zilma kesî bi ser me de were. Ji ber ku ciwan pêşengên civakê ne."